Nermalav

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
OpenOffice.org Writer

Nermalav[çavkanî hewce ye] an nivîsbarî (bi inglîzî: software) bi kurtahî hindek rênumayî û firman in ko bi zimanê makîneyê ji bo kompyûterekê hatine nivîsîn û hişkalav (hardware) bi wan karê ko ji bo hatîye diyarkirin bi cih dikit. Nermalav parek ji bîrdank (memory) a komputerê ye. Mirov dikarit bê guhartina hişkalavî nermalavî biguhêrit û bi vî awayî karekê nû ji kompyûterê bixwazit bê hindê ko kompyoter bi awayekê nemazeyî ji bo hindê hat bit çêkirin. Bi berbelavî nermalav formekê algorîtmî e ko bi awayê zincîreka firmanên makîneyî dihêt hebûnê.

Bervajî pêkhatên fîzîkî ên kompyoterê, nermalav bernameyek e ko kompyoterê kare dikit erkekê nemaze bicih bikit. Hindek nermalav Nermalavên Karberî in, wekî bernameyek ji bo vewijartina peyvan (anko Word Processing). Hindek nermalav ên dî Nermalavên Dozenî (sîstem) in, wekî dozen ên bicihkirinê (Operating System) ko dibin navgînek di navbera hişkalavî û nermalavên dî da. Peyva nermalav bi vê ramanê ji bo cara pêşîn li sala 1957ê li aliyê Can W. Tûkî (John W. Tukey) ve hat bikaranîn.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]