Here naverokê

Ocax

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ocax (ji romikî: ocak = koçik, wek ocax ketiye kurdî[1]) peyveke eşîrî ye. Bi rastî, mirov dikare bibêje, ev peyv bi peyva esil kurdî ya mal ve hemwate ye. Li hin herêmên Kurdistanê di şûna "mal" (mall, çê) de vê peyvê bikartînin. Ev term di nava eşîrên êzîdî û elewî de gelekî belavî ye. Her wiha li Dêrsimê ji ezbetên/malên seyîdan û pîran re û di nava eşîrên êzîdiyên jî ji ezbetên şêx û pîran re ocax têye gotin.[2] Belê ne tenê ew, hinek eşîrên misilman, bi taybetî li Badînan û Botan, jî vê peyve ji bo binmalên qebîlan/eşîran bi kar tînin. Di civaka elewî ya kevneşopî de, ocax bi gelemperî li gorî rêza bavî têne veguhastin. Her ocax bav û kalên xwe digihîne dedeyekî rêzdar (rêberekî olî an pîroz). Lêbelê, ji vê qaîdeyê îstîsnayek girîng heye - bi taybetî di zewacên tevlihev de girîng e, ku dayik elewî ye û bav ne (mînak, Sunnî, bêol, an ji derveyî kevneşopiya elewî). Di rewşên weha de, civakên elewî pir caran ocaxa dayikê wekî rêza giyanî ya rastîn a zarok nas kirine.

  1. ^ Nisanyan Sözlük (Ferhenga etîmolojîk a tirkî)
  2. ^ Omerxali, Xanna (2007). "Sîstema ocax, qebîl û eşîrên êzdiyan, Têrmînolojiya wan:" Êzdiyatî: Civak, Sembol, Rîtûel, r. 33-65.