Only God Forgives

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Only God Forgives
DerhênerNicolas Winding Refn
SenaryoNicolas Winding Refn
MuzîkCliff Martinez
Derhênêrê
Dîmenê
Larry Smith
Dom/Mawe90 hûrdem
Welat
ZimanÎngilîzî
Taylendî
Terazûn$4.8 million
Derameta
Nesafî
$10.6 million

Only God Forgives (Tenê xwedê lê dibihure) navê filmekî fransî û danîmarkî ye ku di sala 2013'an de derket. Derhêneriya fîlm ji hêla Nicolas Winding Refn ve hatiye kirin. Lîstikvanê kanadayî Ryan Gosling rola sereke dilîze.

Çîroka fîlm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çîroka wê bi kurtî behsa mêrekî bi navê Julian dike ko ji ber xweparêzî kuştina bave xwe revîyaye Taylendayê. Li wê derê klûbeka boksanê (mistanê) dimeşîne. Birayê Julianî keçeka kêm-emr a namûsfiroş dikuje. Polîs dihêle ku bavê wê keçê birayê Julianî bikuje, û paşê jî destê bavê wê jê dike (dibirre) ji ber ko pir şiddet bikar anîbû di kuştina birayê wî da. Dayika Julianî dihê Taylendayê ji bo wergirtina termê kurrê xwe, û dixwaze Julian tola birayê xwe bistîne. Julian dizane ko birayê wê tawanbar e, kujerê brayê xwe dibihure. Lê dîya wî ko serdestîya komeka gangesterî dike kujerê kurrê xwe dikuje. Paşî bûyer wesa diqewimin ko her tişt li dijî wan dizivire û Julian şerrê wî polîsî dike, lê hêza polîsî gelek e, û Julian bi wî nikare û dikeve ber mirinê. Dîya wî ji Julianî dixwaze ko harîkarîya wê bike heta ko ji Taylendayê derkeve, û di aynî demî da kesekî dişîne ko malbata wî polîsî û polîsî bi xwe jî bikuje. Julian keça biçûka polîsî diparêze piştî ko hindek dereng dimîne jina wî jî biparêze. Polîs dîya Julianî dikuje. Julian dizane ko wî dereqeta hêza wî polîsî niye, û amadeyê mirinê dibe. Lê pêşî diçe ser termê dîya xwe ya mirî û zikê wê dikelêşe û wekî hêmayek dixwaze careka dî bikeve nav malzarok (zik)ê dayka xwe da. Piştî beramber (rûbirû) bûna Julianî û wî polîsî, fîlm bi starn gotina wî polîsî bi dawî dibe û wê yekê ji bo temaşevanî dihêle ka Julian keft ber lê bihurîna polîsî an jî hat kuştin.

Lîsteya rolan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya îngilîzî pêk tê.