Pêşêkevir
Ji herêma rêza çiyayên başûrê Licê re ku ji Firdêsê heta gundên Hezan, Nenyas, Kerwes, Licok, Zengê, Entax û Sinê dom dike re Pêşêkevir dibêjin. Piraniya gundên Pêşêkevir avî ne. Li gundên Pêşêkevir bêtir çandiniya titûn, bamye û firingiyan tê kirin. Gundiyên Pêşêkevir di van salên dawî de zêde giraniyê dane ser çandiniya titûnê. Gundî pez û dewar jî xwedî dikin.
Firdês, li başûrê Licê ye, bi nehyeya hezanê ve girêdayî ye û 22 km ji Licê dûr e. Li rojavayê Pêşêkevir dikeve. Cîranê Fîsê ye. Li berpala çiyê ye û berê gund bi bakur ve, bi Licê ve ye. Gundekî avî ye, bi dar û ber û bexçe ye. Li herêma Licê bamiyên herî baş li Firdêsê tên çandin. Li ber ava Firdêsê aş hene. Di efsana Deqnanos de ceneta Deqnanos bûye. Bi kurmancî dipeyîvin. Dewletê navê Uçar1 lê kiriye.
Hezan, li başûrê Licê, li qonara çiyê Dêrê ye û 24 km ji Licê dûr e. Ji pozê çiyayê Dêrê re jî dibêjin Darmehîdê. Yanî navê tûmpikê hezanê Darmehîd e. Nehya Licê ye. Ji vê herêmê re dibêjin Pêşêkevir. 14 gund bi nehiya Hezanê ve girêdayî ne: Cinezûr, Dêrxust, Sîsê, Zera, Licok, Hûrê, Fîsê, Firdês, Nenyas, Mişirf, Entax, Sinê, Kerwes û Zengê. Qerekola askeriyê li Hezanê heye. Hezan gundê Meleyê Xasê ye. Li Hezanê mala Şêx hene. Di dema şerê Şêx Seîd de Şêx Selîmê Hezanî bi mirûdên xwe ve beşdarî şer nebûne. Loma jî Mistefa Kemal, gundê Şêx û yên mirûdên Şêx neşewitandiye. Rez û hingivê Hezanê gelek bi navûdeng in. Dibistan û nexweşxaneyek ku jê re bi tirkî salık ocaðı dibêjin li Hezanê hene. Dibistan di sala 1949an de hatiye çêkirin û di heman salê de dest perwerdê hatiye kirin. Piraniya xelkê nehiyê bi dimilî dipeyîvin lê bi kurmancî jî dizanin. Dewletê navê Kayacik (Savat) li Hezanê kiriye.
Nenyas, li başûrê Licê li herêma Pêşêkevir e û bi wesîtê 28 km ji Licê dûr e. Avî ye, çandiniya titûnê lê tê kirin. Gund berê bi nehya Hezanê ve girêdayî ye. Niha sîstema nehiyebûnê tune ye. Li Nenyasê kaniyeke dîrokî ye. kanî ji kevirên birî hatiye çêkirin. kaniyeke çar çirik e. Tê gotin ku kêm zêde 1500 dîroka vê kaniyê heye. Kanî ji aliyê keça Entax Begê ve hatiye çêkirin û navê keçikê NÛNAS bûye. Gund navê xwe ji wê keçikê girtiye. Mixabin ev kaniya dîrokî îrô xera bûye û di rewşeke perîşan de ye. Di zemanê berê de Nenyasî zêde bi çerçîtiyê re mijûl dibûn. gundî bi kurmancî dipeyîvin. Dewletê navê Ortaç lê kiriye.
Kerwes, li başûrê Licê li herêma Pêşêkevir e, li ser Hezanê ye û 35 km ji Licê dûr e. Gundekî avî ye. Bi bexçe ye û sê aş li ber ava Kerwesê digerin. Bi navê Mehlê gomeke wê heye. Mehelî bi zaravayê kurmancû û Kerwesî jî bi zaravayê dimilî dipeyîvin. Kerwes bi navê malbata Mehmed Keya tê naskirin. Goma Qoqan ku li ser Kerwesê bû ev çend sal in ku xera bûye. Li Kerwesê çandiniya titûnê tê kirin. Dewletê navê Yalaza lê kiriye.
Licok, li başûrê Licê li Pêşêkevir di sînorê Hezro de ye û 48 km ji Licê dûr e. Ji rêzeçiyayê pişt Licok, Zengê û Helhelê re dibêjin Binê Zinar. Ji çiyayê ser Şimşimê re jî, dibêjin çiyayê Tûkê. Licok Gundekî avî ye. Li Licokê çandiniya titûnê tê kirin û Licok bi bîhokên xwe navûdeng e. Çandiniya bamiyan jî li Licokê tê kirin. Ava Licokê diçe ser zeviyên Kerwesê. Di dema xwe de sê aşên avê li Licokê hebûn. Mirov dikare bêje ku Licok gundê dengbêjan e. Gundî bi dimilî dipeyîvin. Zevî û bexçeyên mîrên Licê li Licokê hene. Dewletê navê Çavundur lê kiriye.
Zengê, li başûrê Licê, li herêma Pêşêkevir e û bi riya wesîteyê 50 km ji Licê dûr e. Di sînorê qeza Hezro de ye. Gundekî avî, paqij û xweş e. Çandiniya titûn û bamiyan lê tê kirin. Di zemanê berê de tevne, şalê hirî, metaf û necarî li gund zêde bûn. Sabûn li gund dihat çêkirin. Zengî bi bazirganî û nêçîrvaniyê bi navûdeng bûn. Di herêma Pêşêkevir de gundekî dewlemend dihatin hesibandin. Bi zaravayê dimilî dipeyîvin. Dewletê navê Dolunay lê kiriye.
Entax, gundekî 50- 60 malî ye û 33 km li başûrê rojhilatê Licê dikeve. Entaxa kevn xerab bûye. Entax di tarîxê de ciyê şaristaniyeke gelek kevn e. Şopên Xiristiyanan jî li wir hene. Hinek ciyên dîwarên Dêra Spî hîn îro jî li piyan mane. Ev jî dide xuyakirin ku Entax ji aliyê Merwaniyan ve nehatiye avakirin. Ew xwediyê dîrokeke dûr û dirêj e. Entax di dema Merwaniyan de sancaxa (qeza) Farqînê bûye. Padîşahên Merwanî Entaxê ji xwe re kirine havîngeh û evîngeh. Heta sala 1871ê jî Licêya îro bi hemû gundên xwe ve, bi sancaxa Entaxê ve girdayî bûne. Ji sala 1871ê şûn ve, vê carê Licê kirine qeza, Entax û hemû gundên herêmê bi Licê ve girêdane.
Havîngeha padîşahên Merwanî îro wêran bûye. Kele cî bi cî li ser piyan maye. Minareya Mizgefta Melîk Adil heta erdheja 1975 an jî hebû. Bi erdhejê re ew jî ket. Pireke gelek kevn li Entaxê heye. Navê wê pira Çilkevir e. Tê gotin ku ji 40 kevirî hatiye çêkirin. Niha hinek dîwarê wê li hewa mane û bi piranî ketiye. Bendava li ser çem hilweşiya ye û şopên wê mane.
Ava çemên Arisê, Mişirf û yê Kerwesê diçe ser çemê Entaxê. Çemê Entaxê di derbenda Entaxê re derbas dibe û piştre diçe ser çemê Sarimê. Li ber çemê Entaxê aş hene.
Li Entaxê hilberîna hingiv heye. Entaxiyan ji şiv û zelikên ber çemê Entaxê zembîl, selek, qetûf û tiştên qirşîn çêdikin. Li Entaxê darên behîvan pir in. Ji salên 50 yî ve dibistana sereta heye. Entax niha bi nehiya Hezanê ve girêdayî ye. Bi kurmancî dipeyîvin. Dewletê navê Kabakaya lê kiriye.
Cemar heta van salên dawî mezra Entaxê bû û piştre statûya wê guhartin û bû gundekî serbixwe û nehya Hezanê ve hat girêdan. Li Cemarê darên behîvan gelek in. Hingivên wê yê ji gulên behîvan gelek şêrîn û tamdar e. Bi kurmancî diaxivin.
Mişirf, li başûrê Licê li herêma Pêşêkevir dikeve. Li sînorê Hezro ye. Gundekî avî ye û ava Mişirfê ji Helhelê tê. Mişirfî bêtir çandiniya titûn, pembû û zebeşên avî dikin. Li binê Peytûlaqê bi jêr ve li ser çemê Arisê gola Xiraran heye. Gol tijî masîne. Gundî wek masiyên pîroz dizanin. Ciyekî turîstîk û seyrangeh e. Li Mişirfê Mehla Jorîn û goma Peytûloqê bi kurmancî, goma Şathê û taxên din yên Mişirfê jî bi dimilî diaxifin. Dewletê navê Baðlan lê kiriye.
Sinê, li başûrê rojhilatê Licê bi sînorê Hezro ve ye û 40 km ji Licê dûr e. Li herêma Licê bi tenê gundê Sinê gundekî taybetî ye. Bi zimanekî din dipeyîvin û ne musilman in. Tê gotin ku miriyên xwe bi cilan ve li ser qûnê dixin gorê. Heta niha li ser Sinêyan lêkolîneke nehatiye çêkirin ka ew çi milet in. Gundekî bi serê xwe ye. Danûstandinên wan bi gundên derdorê re tune. Hemû gundên derdorê bi çavekî ne baş li Siniyan dinêrin. Ji ber ku di herêmê de tecrît in, di dema avakirina sîstema korucitiyê de dewletê vê dijîtiya salan bi kar anî û gundiyên Sinê bi çek kir. Mêrên gund bi tevî bûn cerdevan (korucî). Sinê bi nehiya Hezanê ve girêdayî ye û dewletê navê Oyuklu lê kiriye.