Licê

Licê
Lice
Nexşeya Liceyê
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Amed
Serbajar Licê

Hejmara nahiyan 2 nahiye
Hejmara bajarokan 1 bajarok
Hejmara taxan 13 tax
Hejmara gundan 56 gund
Hejmara mezran 112 mezre

Gelhe (2008) 31.251[1] kes
Rûerd 1.083[2] km2
Berbelavî 28,9 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 12.111 kes
Koordînat 38°27′38″Bk 40°38′46″Rh / 38.46056°Bk 40.64611°Rh / 38.46056; 40.64611
Bilindayî 990 m
Koda postayê 21700
Koda telefonê (+90) 412
Licê li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Licê
Licê
Licê (Bakurê Kurdistanê)

Licê (tirkî: Lice) bajar û navçeyeke ji parêzgeha Diyarbekir di Bakurê Kurdistanê de ye.

Herêm û gundên Licê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heft herêmên Licê hene. Lê çend gund û cî jî hene ku nakevin nav sînorê van her heft herêman. Wek aliyê rojhilat, rojava û başûrê navenda Licê. Ev gundên weha di nav herêman de, bi serê xwe hatin bi cî kirin.

Gundên navçeya Liceyê di sala 1928'an de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Gundên Liceyê, 1928

Herêma Lîcê di dîroka kevn de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Licê ji aliyê cî û şaristaniyê ve herêmeke gelek kevn e. Herêmeke stratejîk û çiyayî ye. Şopên mirovên dema şikeftan (neolîtîk) ku 10 hezar berî îro jiyan e li herêma Licê hene. Hîn îro jî mirov li herêmên Biryas, Biriqleyn, Fîs, Hûrê, Sadilkêf, Husênik, Cinezûr, Melê û li derdora gomên Panav û Goma Xicîkan rastî gelek nawis, şikeft û xerabeyan tê. Licî ji şikeftên ku ji kevir hatine kolandin re nawis dibêjin. Li van herêmên ku me navên wan got, kevir wek mal hatine kolandin. Hundirên wan çavî bi çavî ne. Hinek ji wan nawisan du tebeq in û hinek jî di nav hev de xwedî çend beş û ode ne. Xuya ye ku di dema kevir û nêçîrvaniyê de, ev nawis ji aliyê însanan ve hatine kolandin û wek mal bi kar anîne. Ji aliyê dîrokzanan ve hatiye tespîtkirin ku 3.000 berî Mîladê bi navê Sobarî xelkek li herêma jorê Dîclê bi cî bûye. Tê gotin ku Sobarî xelkê herî pêşi ye ku li herêmê bi cî bûye. Piştre navê Hûrî li Sobariyan hatiye kirin. Hûrî ji Zagrosan heta Serhed, Amed, Riha û Sûriyê hukim kirine. Zimanê wan Hînd-Ewropî bûye. Di derheqê Hûriyan de dokumenta nivîskî ev e ku cara pêşî Hûriyan kela (bedena) Amedê çêkirine. Îro jî li ser kevirên kelê yên herî binî bi zimanê Hûrî nivîsên bizmarî hene. Piştre bajêr her ku dest guhartiye, li ser dîwarê Hûriyan dîwarên nû hatine îlawe kirin. Hûrî di herêma Licê de xurt bûne. Navê gundê Hûrê hîn ji wê demê ve maye. Hûrî di nawis û şikeftan de jiyan. Bi zimanê Babîliyan, hûrî navê şikeftê ye.

Lê hezar mixabin ku heta niha li herêma Licê li ser van nawis û xerabeyan tu lêkolîneke zanistî nehatiye kirin. Ez weha bawer dikim ku ev nawis bi kêmasî 5.000 berî niha hatine kolandin. Dibe ku ew ji dema Sobarî-Hûriyan ve mabin. Dîsa nêzîkî van gundên bi nawis gelek xerabe hene ku di zemanê berê de ew gund û bajar bûne. Tu kes bi sedemên wêranbûn û cûmbûna wan şaristaniyan nizane. Îhtîmala herî mezin ew e ku bajar û gundên wê demê di erdhejekê de cûm bûne. Tofan û gîtên dijwar bi serê wan re hatine. Dîsa ne dûrî eqil e ku welatên wan di şerên giran û dijwar de hatibin wêran kirin.

Bajarekî weha xerabe û cûmbûyî li pişt Licêya kevn, li serê çiyayê Şîro jî heye. Licî ji vî bajarê xerabe re bajarê Şîro dibêjin. Tê gotin ku Şîro komûtan û serokê bajêr bûye. Dîsa li gor gotinên gotinbêjan Şîro komûtanê Merwaniyan bûye. Kes nizane çi bi serê Şîro û bajarê wî hatiye. Gelo ji wir hatine û Licê avakirine? Lê li ser hinek kevirên xerabeyên herêmên Licê wek Zarga Fîsê, Biriqleynê nivîsarên dema Asûrî, Roma û Îskenderê Zirqleynî hene. Nivîsarên li ser şikefta Biriqleynê ji aliyê kralên Asûr Tîglatpîleser-ll an û Salmazerê lll an ve hatine nivîsîn. Tîglatpîleser-ll berî Mîladê di navbera salên 930-950î û Salmazerê lll an jî berî Mîladê di navbera salên 840-860î de hukimdarî kirine. Asuriyan ne ji bajarê Licê re lê ji hemû herêma Licê re Şîrîşa gotine.

Piştre dagîrkerên wek Roma, Ecem, Bîzans, Ereb û Tirk hatine herêmê. Lê hezar mixabin wek dîroka Kurdan a giştî dîroka Licê ya nivîskî jî zêde ne diyar û zelal e. Lê tiştek heye ku dîroka Licê ya nivîskî bi ya Entaxê dest pê dike.

Entax[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêma Licê wek bajar ciyê herî kevn û dîrokî yek jê jî Entax e. Di dîrokê de navê wê Atax, Ataq û Hetax derbas dibe. Entax îro gundekî Licê ye. Ew dikeve başûrê rojhilatê Licê û bi qasî 15-20 km yî ji Licê dûr e. Ne awayekî dîrokî û zanyarî lê li gor gotinên bav û kalên liciyan, licî ji Entaxê koçkirine û hatine li ciyê Licêya îroyîn bi cî bûne. Ji ber vê yekê jî tukes nizane kîjan sal û dem ji Entaxê hatine û Licê ya îroyîn avakirine. Lê bi awayekî dîrokî û zanyarî nayê zanîn ku dema Entax sancaxa (qezaya) Farqînê bûye, gelo wê demê rewşa Licê çi bûye. Dibe ku Licê wê demê gund be û bi Entaxê ve girêdayî be. Li ser Licê dokumenta herî kevn a nivîskî ya ku li ser camiya Mezin a Licê ye di sala 1540î hatiye nivîsin, e.

Di derheqê Entaxê de du çavkaniyên dîrokî hene: Dîroka Kurdên Merwanî û Şerefname. Li gor dîroka Kurdên Merwanî di navbera salên 985-1086 an de paytextê Dewleta Merwanî Farqîn bûye û Entax jî sancaxa wê bûye. Entax ciyê havîngeh û seyrangeha serokê dewleta Merwniyan bûye. Padîşahên Merwaniyan li Entaxê qesr û qonaxên bedew lêkirine. Di mehên bihar û havînan de çûne li wir kêyf û seyranê, xwarine û vedixwarine, guhdariya saz û stranan kirine. Li govend, reqs û dîlanan temaşe kirine û carnan jî çûne nêçîrê. Mirov dikare bêje ku Entax havîngeh û evîngeha padîşayên Merwaniyan bûye. Nivîskarê pirtûka Dîroka Kurdên Merwanî Îbn el-Ezraq, 990 sal berî îro, li Entaxê behsa serpêhatiyeke padîşah û wezîrên Merwanî dike. Serpêhatî weha ye:

”…Hukimdariya Mumehidîdewle dewam dikir. Şêro jî wezîrê wî bû. Hukimdar ji Şêro gelek bawer dikir. Şêro birêvebiriya hemû karûbarî girtibû destê xwe. Bi navê Înbî Felyus kurekî Şêro hebû. Şêro gelek ji kurê xwe hez dikir û ew kiribû serokê parastinê ya giştî. Lê hukimdarê Merwaniyan Mumehidîdewle ji kurê wî Înbî Fulyas hez nedikir. Ji aliyê din ve hukimdar keleya Hetaxê dabû Şêro. Kela Hetaxê gelek saxlem bû. Axa wê fireh, bi xêr û ber bû. Xwediyê çêrgeheke mezin bû. Edeteke Şêro hebû, di rojên biharê de padîşah dibir wir û herduyan rojên xwe yên biharê li wir derbas dikir. Şêro di wê demê de zîyafet û şahiyên mezin çêdikir. Di bihara 1010 an de, dîsa çûn Hetaxê. Bi roj xwarin, vexwarin, kêfkirin û çûn nêçîrê. Îbnê Felyus ji wan re xwarin û vexwarinên xweş û tehmdar amade kir. Rojên xweş û geş derbas kirin.
Şêro ji lawê xwe re emîr dike û dibêje, ku divê çend pêwan (nobedar) bikevin deriyê keleyê bila nehêlin tu mirovên padîşah bikevin hundir. Ew jî dest bi xwarin, vexwarin û şahiyê dikin. Padîşah dixwe, vedixwe û emîr dike û Şêro jî rûne. Lêbelê li pêş padîşah xwar dibe erdê radimîse û dîsa rûnane û her car şûşe tijî dike û pêşkêşî padîşah dike. Padîşah baş mest û serxweş dibe. Pismamên padîşa yek bi yek radibin û Şêro jî wek ku wan bi rê bike, yek bi yek dibe der û her yekê di malekê de hefs dike. Û ew dibêje ku vî karî bi emîrê padîşah kiriye. Heta ku ew kesên meclisê diqedin vê plana xwe weha didomîne. Di dawiyê de ji derî sê stranbêjan tukes li ba padîşa namîne. Yek jê jî bi navê Muşrîk xizmetkarekî padîşahê yê taybetî ye. Şêro dema dibîne ku di rûyê padîşah de şopên serxweşiyê xuya dikin weha dibêje:
”Heger padîşahê min bixwaze raze nivîn amade ne!”
Padîşa weha bersiv dide:
”Belê, ez ê razim lê divê ez vê qedexa di destê xwe de jî vala bikim. De were ji bo jîyana min, em bi hev re qedeheke mey vexwin.”
Şêro, ” bi ser ser û çavên min” dibêje û bi hev re dest bi vexwarinê dikin. Piştre padîşah radibe û diçe wetaqa xwe û di nav ciyê xwe de dirêj dibe. Xizmetkarê wî yê taybetî jî, lingên wî digire hembêza xwe û miz dide.
Wê demê Îbnî Felyus ji Şêro re weha dibêje:
”De haydê tam dema wê ye! Fersend ket destê te.”
Şêro jê re weha dibêje:
”Welahî, ji bo vê yekê wijdana min bi min re îtaet nake.”
Îbn Felyus bi heyecan û tirs:
”Divê em vî îşî bibin serî an em hemû tên kuştin.”
Şêro weha bersiv dide:
”Wele ez nikarim vî karî bikim, dixwazî tu bi xwe bike!”
Li ser vê yekê Îbnî Felyus şûrê tazî di dest de û dikeve odeya Padîşah. Dema padîşah ew dibîne bi awayekî sert jê dipirse:
”Di vê saetê de tu ji bo çi hatî vê derê?”
Îbnî Felyus dibêje ku ji bo xizmetê hatiye. Padîşa bi awirekî sert:
”Derkeve, here û carekê din jî mewe!”
Lê Îbnî Felyus dernakeve. Padîşah bi hêz û heybet ji nav nivînên xwe derdikeve û di hemleyekê de wî davêje erdê û li ser rûdine. Gaziyê Şêro dike ku şûrê wî bîne. Şûrê padîşa tim pê re bûye lê wê demê dibin nivînên wî de maye. Şêro şûrê wî ji bên nivînên wî digire û di nav milên wî de lê dixe. Wê demê padîşah ji Şêro re dibêje:
”Ax Şêro tu bi gotina Îbnî Felyus xapiyayî. Lê bi Xwedê dê tu ji vir û bi şûn ve îflah nebî.”
Piştre Şêro bi eskerên ku bawer dike, ji xewê radike û rewşê ji wan re dibêje. Pismam û mirovên padîşah jî davêje zîndanê. Şêro bi kurê xwe Îbnî Felyus ve diçin Farqînê û ew li wir hukimdariya xwe elan dikin.”

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bîbliyografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Harita Umum Müdürlügü 1:800,000 (1934).
  • "Köylerimizin adlari" (1928).

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]