Here naverokê

Pêşbaziya bedewîtiyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pêşbaziya bedewîtiyê
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Serfiraziya têkbirên Miss Earth 2007.
Şahciwanê Fransayê (Mister France, 2020)
Pêşbirka ciwaniyê ya Miss Universe di sala 1930î de

Pêşbaziya bedewîtiyê, pêşbirka rindîtiyê, berbaziya xweşiktiyê ji dam û dezgeha bi dengdayîn û nirxandina desteya hilbijêran, kivşkirina rindan, bedewan re dibêjin. Têkbir tên xelatkirin. Jin an mêr, gorî armanca pêşbirkê, herkes dikare tevlî bibe. Ango pêşbazî bo keçan be keç, lawan be law dibin berendam.

Gava mirov behsa pêşbaziya rindîtiyê dike, pirranî a keçan dikeve bîra mirov. Gorî pêvanên rîndîtiya jûriyan, pêşbazî tên lidarxistin, ji nava berendaman tên hilbijartin. Pêşbaziyên rindîtiyê yên zarok, ajal, kulîlk, duçerxe hwd gelekan jî hene.

Kengî ve mirovan pêşbaziyên wiha lidarxistine nayê zanîn. Gotegotên grekiyan behsa pêşbaziyeke mîtosî dike ku du hezar sal berî zayînê xwedayên wekî Afrodîtê, Hêra, Erîs û Atênê tevlî bûne.

Yekem pêşbazî sala di 19ê îlona 1888an de, bi navê Concours de Beaute li Belçîkayê hatiye lidarxistin. Ji nava 350 berendaman keça 18 salî Bertha Soucaret hatiye hilbijartin.

Yekem pêşbaziya fermî û navneteweyî di 14ê tebaxa 1908an de li Folkstone ya Brîtanyayê û yekem pêşbaziya cîhanê ya rindîtiyê jî di 19ê nîsana 1951ê de hatiye lidarxistin.

Pêşbaziyên rindîtiyê yên sereke

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pêşbaziyên modeltiyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pêşbaziyên lawan û mêran

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]