Pêjgeha japon

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Pêjgeha Japon hat beralîkirin)
Taştêya japonî bi şorbeya mîzo, tofû, masî, natto, zebze û birinca bi hêka xav
Taştêya hinekê biha di ryokanek de

Hîmê pêjgeha japon riz (birinc) e ku her danê dixwin. Ji xwarek û xurdemeniyên pê re tên ser destexaneyê (sifre), ango yên xwarinê dibetînin (teqwiye), xurîniyan de tên xwarin û yêdek re okazu tê gotin.

Kurd bo okazu xurinî dibêjin. Xurînî ne tenê berbangê beriya taştêyê tê xwarin, di nava danên rojê de heger çopek hatibe xwarin, ew jî xurinî ye. Peyv him dişibe xwariniyê (ango ji dêl xwarinê ve), him jî dema mirov birçî dibe, made dikeve xura (xurandina) birçîtiyê, bi zimanê kolanî "dixwirê", ku xwirinî jî di hin devokan de jixwe xurînî ye.

Japon ji birinca kelandî re han, îî yan meşî dibêjin ku ev di heman demê de tê wateya danê (danê xwarinê, danê rojê). Di zimanê dîwanî de gohan, zimanê zarokan de jî mama dibêjin.

Ji ber ku Japonya welateke deryayî ye, girav e, masî û çêjên deryayê di pêjgeha japon de cihekê girîng digirin. Di şerê cîhanê yê II. de nan jî ket malên japonan, beriya wê pirr kêm dihat xwarin. Cudatiya pêjgeha japon ji yên welatên dervedorê, kêmbikaranîna rûn û biharbêhnê (biharat) ye. Japon, bû rûn û biharbêhn, destgirandibin, timatiya wê dikin.

Xwarekên navdar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yakîtorî

Vexwarin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Awayên aşpêjxaneyên japonî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]