Pêjgeha gurcî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Acarûlî xaçapûrî, ji spîka hêk û penîr tê dagirtin.
Xingal derbasê pêjgeha gurciyan jî bûye
Çûrçxela

Pêjgeha gurcî, xwarinên gurciyan, pêjgeha Gurcistanê ji tevahiya cureyên dewlemendiya xwarinên gelê gurcî re tê gotin.

Li Gurcistanê ne tenê gurcî dijîn, abxaz, azerî, ermenî, kurd, asûrî, cihû jî dijîn. Xwarinên van gelan jî tevlî dewlemendiya pêjgeha gurcî bûne. Gurcî di şîn û şahiyan de destexaneyên mezin radixin, bi hev re dixwin. Pêjgeha gurcî xwedî dîrokeke gelek kevn e û dewlemend e. Bandora xwarinên YKSS'ê jî gelek e. Pirraniya xwarinên gurciyan, xwarinên qefqazî ne.

Masî û çêjên deryayê cihekê mezin digirin. Goştê beraz, berx, pez û golikê, herwiha yê kerguh, bizina kovî, pezkovî tê bikaranîn. Bo taştêyê bacanreşkê diqelînin, goştê dewaran ên hişkkirî dixwin, jê re bastûrma dibêjin.

Hin ji xwarinên gurciyan ên navdar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Msvadî: Hêyavka mirîşkê bi sosa fringî û pîvazê.
  • Çanaxî: Hêyavka goştê pez bi bacanreşkê.
  • Sosên wekî tkemalî (sosa mîrabella), zazebela (sosa fringiyê) û gelek cureyên sosên tûj acîka
  • Pelamûşî: Pudînga ava triyê ye ku bi ardê lazûtê ve tê kelandin.
  • Çînkalî: Ji pelhevîrka bi goştê kişandî hatiye dagirtin.
  • Xaçapûrî: Nanê penîrî
  • Lobiyo: Hêyavka loviyê (lobî)

Çavkanî (almanî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Wladimir Kaminer: Küche totalitär. Das Kochbuch des Sozialismus. (S. 51–68), ISBN 3-442-54610-9
  • Kay Shaw Nelson: Cuisines of the Caucasus Mountains. Recipes, Drinks, and Lore from Armenia, Azerbaijan, Georgia, and Russia. New York 2002. ISBN 0-7818-0928-2
  • W.W. Pochljobkin: Nationale Küchen. Die Kochkunst der sowjetischen Völker. Moskau, Leipzig 1988. ISBN 3-7304-0053-3
  • Marion Trutter: Culinaria Russia: Russland, Ukraine, Georgien, Armenien, Aserbaidschan. Hamburg 2007. ISBN 3-8331-2183-1

Girêdan (ne bi kurdî ne)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]