Pandemiya vîrusa Koronayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Pandemiya vîrûsa Koronayê hat beralîkirin)
Agahdarî bi kurmancî ji Folkhälsomyndigheten (Rêveberiya Giştî ya Saxlemî ya Swêdê) [2].
Dema mirov dibênişe dilopên biçûçik ên bi vîrusa koronayê (Covid-19) li derûdora xwe belav dike.
Vîrusa koronayê ya nû SARS-CoV-2. Wêne bi alîkariya mîkroskopeke elektronî hatiye çêkirin.
Şûştina herdu destan tim û tim bo maweya 20-30 saniyeyan li dijî Covid-19 gelek girîng e.
Bikaranîna maskeyeke cerahî awayekî xweparastina dijî vîrusa koronayê ye.
Dûrahiya civakî, ev dûrahî ye ku di navbera kesan de divê 1 1/2 - 2 metre be.
Di kampanyayên dijî belavkirina Covid-19 de dirûşmên wekî "Ji malê dernekeve!" û "Li malê bimîne!" hatine ragihandin. Ev lembaya trafîkê li Edeneyê bi tirkî dibêje: "Li malê bimîne!"
Kesên ku bi vîrusa koronayê nexweşketî ne, li nexweşxaneya Îmam Xumênî li Tarana paytexta Îranê

Belavbûna Pandemî ya Korona Covid-19 pandemiyeke nexweşiya vîrusa Covid-19 e ku di dawiya meha kanûna pêşîn a 2019an de li bajarê Wuhana Çînê xuya bû û li pê re li seranserî cîhanê jî roj bi roj tê tomarkirin[1]. COVÎD-19 ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC) ve pandemî hatiye îlankirin.

Epîdemîolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di derbarê zêdebûna hêjmara Covid-19 pêşdîtinên cûrbecûr hatina hesibandin.  Ev pêşdîtin navbera 2,13 û 3, 11 cîh digire jibo ku belavbûn bi xwe ji holê rabî ev hêjmar li ser 1 tê hesibandin. Di dîroka 22ê kanûna paşîn a 2019an de lêkolinerên bajarê Wuhanê li ser 425 pêketina kesên vîrusa Covid-19 analîzek lidarxis û divê analîzê de pêş hate dîtin ku ev vîrus ji mirovan jî tê wergirtin. Rojên berî de hêjmara wergirtina Covid-19 di nav 7,4 rojan carek derdiketa du caran. Temenê emrê wergirtinên vîrusê 59 sal û pêvajoya kurkketinê 5,2 roj bû.

Infografîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jînbûna Covid-19 li ser materyala[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî lêkolînekê ku ji hêla New England Journal of Medicine (NEJM) ve hatiye weşandin û hikûmeta Amerîkayê fînanse kiriye, vîrusa koronayê ya nû li derveyî bedena mirv jî, li rûzemînên cuda, li hewayê jî çend saetan dikare bijî.

Nivîskarên lêkolînê ragihandin vîrusa ku ji hêla Covid-19ê berpirs e, mîna vîrusa SARS li hewayê dikare bijî.

Encamên lêkolînê nîşan didin Covid-19 ji hêla hilgirê ku qet semptoman nîşan nade bi hêsanî di hine dî bigerîne. Rîska ku Covid-19 di ser rûzemanan re di mirova bigere ji ya SARSê zêdetir e.

Tecrûbeyan nîşan da ku vîrusa korona li ser plastîk an jî pola 2-3 rojan, li ser kartonê 24 saetan li ser sifirê jî 4 saetan dikare bijî. Dema ku vîrus nû derketî holê dihate gotin tenê çend saetan dijî.

Ji ber vê jî hewceyî pê heye ku destikên deriyan, bişkokên hilanokan, bûroyên şîrketan tim werin paqijkirin.

Her wiha tiwaleta hevpar jî dibe sedema ku nexweşî di mirov bigere.

Kesên ku bi Covid-19ê ketin çawaw ku semptoman xwe nîşan dan mirov dikare bigerîne. Ango dema ku kuxikê, sincîrîna laş û zehmetiya hilmstandinê derkete holê di mirovan digere. Hin nexweş li gel ku ti semptoman nîşan nadin jî digerînin. Ev jî dibe sedem ku mirov bi rehetî nikare pêşî li berbelavbûna vîrusê bigere. Her wiha karantînaya 14 rojan jî rîska ku vîrus di mirovan bigere ji holê ranake.

Lêkolêran ji bo ku vîrusa Covid-19ê li hewayê belav bikin nebulîzator bi kar anîn. Bi vê teknîkê li hewayê 3 setan bi rengê partîkulan şopên vîrusê hatin dîtin.

Lê pisporên din dibêjin nebulîzator kuxik û pişkandna nexweşxan bi rengekî rast pêk neanîne, berevajî vê jî rîska ku bi rengekî çêkirî bi rêya hewayê di mirov bigere zêde kirine. Ango tê diyarkirin nebulîzator ne modêlek e rast e.

Vîrus piranî dema ku nexweş dikuxin an jî dipişikin bi dilopên biçûk ên mîkro di mirovan digerin. Li gorî lêkolînên berdest ev partîtulên ku li hewayê belav dibin, tenê çend saniyeyan sax dimînin.

Ji ber vê tê pêşniyarkirin ku mirov metroyekê dûrî van peşkan be û tim destê xwe bişo.[2]

Sedema Nexweşiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev nexweşiya Covid-19 ji egerê vîrusa SARS-CoV-2ê ku yek ji vîrusên nêzîkî vîrusa nexweşiya SARSê ye peyda dibe. Vîrus ser bi destekeka vîrusan in ku jê re dibêjin koronavîrus. Ew vîrus balindeyan û memikdaran tûş dikin.

Nîşan û Berjengên Nexweşiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nexweşiya Covid-19 bi rengekê serekî nexweşiyeka koendama pişyê ye û li destpêkê dikare xwe wekî Nexweşiya persîvê nîşan bide. Lê di kesên berataf da, rewşa nexweşî dikare gelek zû ber bi xirabbûnê ve biçe û bibe sedema bertengiya pişiyê ya demildest û rawestiyana gurçikan û mirinê.

Kesê ku vîrusa nexweşiyê werdigire dikare heta 14 rojan bê nîşanên nexweşiyê be. Li destpêkê nexweşî wekî tayê anko zêdebûna germî ya laşî, kuxik û behntengiyê xwe nîşan dide. Nîşanên edetî yên persîvê (wekî hatinexwara avê ji difinê anko pozê, û bêhnişîn) ne berbelav e. Kêmtir ji 4 ji sedê ji nexweşan jî tûşî zikçûnê dibin.

Xwe Parastin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Vîrusa Covid-19 bi rengekê serekî nexweşiyeka koendama pişyê ye û li destpêkê dikare xwe wekî nexweşiya persîvê nîşa bide. Lê di kesên berataf da, rewşa nexweşî dikare gelek zû ber bi xirabbûnê biçe û bibe sedema bertengiya pişiyê ya demildest û rawestiyana gurçikan û mirinê.

Kesê ku vîrusa nexweşiyê werdigire dikare heta 14 rojan bê nîşanên nexweşiyê be. Li destpêkê nexweşî wekî tayê anko zêdebûna germî ya laşî, koxik û behntengiyê xwe nîşa dide. Nîşanên edetiyên persîvê (wekî hatinexwara avê ji difinê anko pozê, û bêhnişîn) ne berbelav e. Kêmtir ji 4 ji sedê ji nesaxan jî tûşî zikçûnê dibin.

Pêşnasî ya yekem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Covid-19, koronavîrus 2019, korona 2019, vîrusa korona 2019, nexweşiyeka vîrusî ye ku bi sedema hewdana bi vîrusa SAR-CoV-2ê peyda dibe. Ev nexweşî sedema peydabûna pejîkekê li sala 2019ê ye ku ji welatê Çînê dest pê bûye û heta niha li zêdetir ji 60 welatên cîhanê belav bûye. Ev vîrus bi rengekê serekî koendama pişiyê tûş dike û li goreyê zanyarên heyî, dikare bi rêya peşikên ku ji koendama pişiyê ya kesên nexweş derdikevin û li derdorê belav dibin kesên sax jî tûş bikin. Ji dema wergirtina vîrusê heta peydabûna nîşanên nexweşiyê dikare 2 heta 14 roj derbas bibin.

Ev nexweşî ji bo cara pêşîn li Çînê hat dîtin, lê heta niha jî jêdera vîrusê cihê gumanê ye. Hindek ji salixên destpêkê amaje dida ku ji çekçekûlan derbasî mirovan bûbû. Lê salixên paştir behsa coreyekê mûrîxweran dikir. Jêdera pêşîn her çi bûbe, niha êdî vîrusa şiyana wê heye ku ji mirovekî derbasî yê dî bibe û tirsa wê heye ku ji pejîkeka xwecihî bibe panpejîkeka cihanî. Gelek welatan ji tirsa veguhastina wê vîrusê firrîna balafirên rêvîngan ji Çînê û ber bi Çînê rawestandine.

Bûyerên li Herêmên Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rojavayê Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Rêveberî ya xweser biryara qedexekirina li derva da û encam didin ku ev qedexe 15-de rojan bidome.
  • Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê WHO diyar kir ku alîkari ya medîkalî dide rojava.[3]
  • Piştî girtina deriyê sînorî yê Sêmalka rê û cade bi dermanan hate şûştin.
  • Li bajarê Kobanê û Hesekê xebatên dezenfektekirina cihên giştî hate kirin.
  • Li Kobanê Şaneya Kirîzê ji bo vîrusa Covid-19 hate damezrandin.
  • Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê gelek bergirî ji bo parastina sivîlan ji vîrusa Koronayê girtine da ku nehêle vîrusa Korona belav bibe. Her wiha bang li şêniyan kir ku tedbîrên tenduristî bigirin.
  • Di 31ê çiriya pêşîn a 2020an de li Rojavaya Kurdistanê 4.604 kes bi vîrusa Koronayê ketine û ji wan 707 kes baş bûn û 125 kes mirine.[4]

Rojhilatê Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Kesê yekê yê mirî yê bi koronayê li Rojhilata Kurdistanê hat tomarkirin[5].

Bakurê Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Rêxistinên tendirustiyê û parêzvanên mafên mirovan qala tevdîra li girtîgehan a li hemberî koronavîrusê kirin û bang kir ku heyeteke serbixwe tevlî vê pêvajoyê bibe.[6]
  • Mezintirîn bazara ajalan a Bakurê Kurdistanê, ku dikeve navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ji ber metirsiyên vîrusa Koronayê hat girtin.[7]
  • Sazî û partiyên siyasî yên bakûrê Kurdistanê pîrozbahî ya Newroza 2020an li Amed û li tevahiya herêmê da sekinandin.
  • Heta niha tu daxuyaniyek di derbarê Covid-19 de nehatiye diyarkirin.
  • Di meha çiriya pêşîn a 2020an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 370.832 kes bi koronavîrusê ketine, ji wan 320.762 kes baş bûne û 10.099 kes mirine.[8]

Başûrê Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hişyarî da wan kesên ku guh nadin ferman û tedbîrên hikûmetê yên li hember metirsiya belavbûna nexweşiya vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19ê) û dibêje ku kî rênimayên di çarçoveya rûbirûbûna Covid-19ê de binpê bike dê bi tundî were cezakirin.[9]
  • Bi biryara Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li seranserî Herêma Kurdistanê bo dema 5 rojên din qedexeya hatinûçûnê hat ragihandin.[10]
  • Li Duhokê di çarçoveya hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên bo rêgirtin li belavbûna vîrusa Koronayê de, Odeya Operasyonên Duhokê civiya û biryar hat dan, ji 19ê adarê heta 24ê adarê hemû bazarên li vî bajarî hate girtin[11]
  • Li parêzgeha Helebce biryara qedexeya derketina kolanan 17ê adara 2020an, 72 saetên din hat dirêjkirin.[12]
  • Li Bajarê Silêmanî 3 kesên nû bi ketina Covid-19 hate bernavkirin. Hejmara kesên bi ketina Covid-19 derket 29 kesan.[13]
  • Li Şengalê bi gumana nexweşiya koronavîrusê leşkerekî artêşa Iraqê rakirin nexweşxaneyê [14]
  • Rêveberê Tendirûstiya Silêmaniyê Dixtor Sebah Hewramî diyar kir ku 5 kesên li Silêmaniyê bi vîrusa koronayê ketibûn sax bûn.
  • Mamostayekî ayinî yê mizgefta Mehûy navbazarê Silêmaniyê yê 70 salî, giyanê xwe ji dest da. 700 kes jî li karantînayê ne li jêr çavdêriya bijîşkan[15].
  • Di çiriya pêşîn a 2020an de li Herêma Kurdistanê tê ragihandin ku hejmara pêketiyên Covid-19 digihêje 74.334 kesan, ji wan 42.076 kes baş bûne û 2.406 kes jî mirine.[16]

Bûyerên li Cîhanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Li seranserê cîhanê hêjmara miriyên ji ber nexweşxiya koronavîrusê ji mîlyonek derbastir bû[17]
  • Li Brîtanya yê çûnhatina li kolanan hate qedexekirin
  • Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê diyarkir 20 heb dermanê perpûnê ya Covid-19 hate dîtin û ev derman heta çaryeka sala 2020an amadeye.
  • Li Îtalya'ya yê hêjmara kesên ku jiber Covid-19 jiyana xwe ji dest da ye ji Çînê derbas bû.
  • Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bal kişand ku welatên Rojhilata Navîn hejmara rastî ya têkildarî kesên bi vîrusa Koronayê ketine diyar nakin.[18]
  • Fona Arikariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ji ber tedbirên li hemberî şewba koronavîrusê li tevahiya cihanê nêzî 850 milyon ciwan bê dibistan man.[19]
  • Li gorî daneyên dawî ya Rêxistina Tenduristiya Cîhanê WHO, vîrusa korona li cîhanê belav dibe û heta vêga heta astekê hatiye kontrolkirin. Lê li welatên din ên cîhanê belav dibe.[20]
  • Li Îranê di 24 saetên dawî de 135 kesên din ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane. Bi vî awayî hejmara kesên li Îranê mirin, gihîşt 988 kesî.[21]
  • Hindistan pergala xwe ya tenduristiyê li dijî şewbê amade dike[22]
  • Vîrusa koronayê bandora xwe li hemû welatên cîhanê kiriye. Hikûmeta Îtalyayê ji ber vîrusa koronayê herêma Lombardy xist bin karantînayê.[23]
  • Vîrusa koronayê gihîşt parlamena Fransayê [24]
  • Serokê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, WHO ragihand ku qeyrana vîrusa Covid-19 qeyranek mezine û bang li cîhanê kir da ku ji bo hemû kesên gumana vîrusê li ser heyî, tedbîran bigrin.[25]

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ www.rudaw.net https://www.rudaw.net/kurmanci/sa7a/120220201. Roja gihiştinê 31 gulan 2023. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  2. ^ "Vîrusa koronayê li derveyî bedena mirov çend saetan dimîne?". ANF News. Roja gihiştinê 19 adar 2020.
  3. ^ www.rudaw.net https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/180320208. Roja gihiştinê 18 adar 2020. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  4. ^ https://www.rudaw.net/kurmanci/sa7a/31102020
  5. ^ https://www.rudaw.net/kurmanci/sa7a/01032020
  6. ^ "Rêxistinên tendirustiyê: Ji bo girtîgehan tevdîreke lezgîn hewce ye". ANF News. Roja gihiştinê 18 adar 2020.
  7. ^ www.rudaw.net https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/180320201. Roja gihiştinê 18 adar 2020. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  8. ^ https://www.rudaw.net/kurmanci/middleeast/turkey/291020201
  9. ^ www.rudaw.net https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/220320203. Roja gihiştinê 22 adar 2020. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  10. ^ www.rudaw.net https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/180320204. Roja gihiştinê 18 adar 2020. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  11. ^ www.rudaw.net https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/18032020. Roja gihiştinê 18 adar 2020. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  12. ^ "Li Helebceyê qedexeya derketina derve hat dirêjkirin". ROJ News. Ji orîjînalê di 18 adar 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 adar 2020.
  13. ^ [1]
  14. ^ "Li Şengalê 3 leşkerên din yên Iraqê bi vîrusê ketin". ROJ News. Ji orîjînalê di 18 adar 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 adar 2020.
  15. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 4 adar 2020 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 17 tîrmeh 2021{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  16. ^ https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2910202011
  17. ^ "Koronadan ölenlerin sayısı 1 milyonu geçti". http. Roja gihiştinê 27 îlon 2020. {{cite web}}: Nirxa |url= kontrol bike (alîkarî)[Girêdan daimî miriye]
  18. ^ "WHO: Welatên Rojhilata Navîn têkildarî Koronayê daneyên rast nadin". ROJ News. Ji orîjînalê di 18 adar 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 adar 2020.
  19. ^ "Koronavîrus: Nêzî 850 milyon ciwan bê dibistan man". ANF News. Roja gihiştinê 18 adar 2020.
  20. ^ "Bîlançoya vîrusa korona giran dibe". ROJ News. Ji orîjînalê di 18 adar 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 adar 2020.
  21. ^ "Li Îranê vîrusa korona: Hejmara miriyan gihîşt 988 kesî". ROJ News. Ji orîjînalê di 18 adar 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 adar 2020.
  22. ^ "Hindistan pergala xwe ya tenduristiyê li dijî şewbê amade dike". ANF News. Roja gihiştinê 18 adar 2020.
  23. ^ "Hikumeta Îtalyayê herêma Lombardy xist bin karantînayê". ROJ News. Ji orîjînalê di 18 adar 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 adar 2020.
  24. ^ "Vîrusa korona gihîşt parlamentoya Fransayê". ROJ News. Ji orîjînalê di 18 adar 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 adar 2020.
  25. ^ "WHO: Qeyrana vîrusa koronayê gelek mezine". ROJ News. Ji orîjînalê di 18 adar 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 adar 2020.