Papax

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Papaxê kirgîz

Papax serpoşeke mêran e ku li qefqazê navdar e. Yek ji serpûşên neteweyî yên farisan e lê îro faris kêm didin serê xwe. Ji kurkê (porxan) ye. Bimû, pirçonek e. Pirranî ji postê berxê didirûn. Li Azerbaycanê jî gelek didin serê xwe.

Cureyên sereke[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xebateke zanistî li ser papaxên kurdan dane serê xwe nehatiye kirin. Di edebiyata devkî de navê van papaxan derbas dibe:

  • Papaxê reş
  • Papaxê biqalib
  • Papaxê bêqalib
  • Papaxê ûris
  • Papaxê eceman

Gotin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Ecemê papaxgenî (ji leşkerên farisan ên kurdên sîvîl qirrdikirin re digotin)
  • Sipih nakeve serî dikeve papaxê wî. Sipiha feqîr digere serî nabîne.
  • Kêç û sipihên gundê me bikevin papaxên gundê we.
  • Papaxên romiyan bilind bin, bizanibin malê diziyê ne.
  • Çûşoyê min te ne papax, eyar daye serê xwe.
  • Papaxê xizan heye, postên mizgeftê bijmêrin / Postê kê winda be ji xizan dipirsin.
  • Heger lawê filan kesê bim, wê papaxê bêvan kesê nadim serê xwe.
  • Papaxê min bide serê xwe lê serê xwe tê de jibîr neke (ango jibîr neke, şûnve vegerîne).