Paranoya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Paranoya di zimanê Grekî de paranous (ango dînbûna hêsan, dînbûna li derve) e û Emil Kraepelin cara yekemîn di psîkîyatriyê de bikaraniye. Şik, li şikê ketin bûye yekemîn û serekeyî taybetiya mirov. Şik û li şikê ketin jiyana normal têkbiriye. Paranoya pirr carî parçeyek ji nexweşiyên din ên psîkologîk in.

Di her mirovî de kêm zêde paranoya heye. Ev tişteke ji rêzê û normal e. Lê heger jiyana mirov ketibe bin kontrola şikê êdî ew bûye nexweşiyeke psîkologîk û psîkiyatrîk. Divê bête tedawîkirin. Bi pirranî paranoya bi şîzofreniyê ve ye. Lê bi navê kesayetiya paranoîd dîmeneke nexweşiyê jî heye.

Wekî me got, di jiyana normal de mirov xwedî gelek paranoya ne ku evana ne nexweşî lê şaşî ne. Bo mînak siyasetmedar pirr bi teoriyên komployî ve bilî dibin ku evana herçendî paranoyayê bihewînin jî hêj nebûne nexweşî. Antîsiyonîzm, ango hemî xerabiyan dikin para Cihûyan, şik û tirs ji saziyên sixuriyê (wekî CIA , MOSSAD hwd), şik ji heval û cîranan kirin ku ewana li pey nebaşiyê ne hwd. Evana hemî ji şaşîtiyên jiyana rojane ne. Nexweşî nînin.

Hin mînak ji paranoya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nexweş herdu destên xwe bikarnayîne dema jê tê pirsîn dibêje, "Hin peyayên fezayî tiştekê xistin mejiyê min ez ketime bin kontrola wan, ew nahêlin".

Nexweş jina xwe kuştiye û di klînîkê de tê tedawîkirin. Ew dibêje, "Ez Îsa Mesîhê nû me. Xwedê ez şandim ku mirovan bînim ser riya rastiyê. Lê şeytên kete ruhê jina min û ew li dijî min rakir. Min diviyabu jina xwe bikuşta".

Nexweş newêre derkeve derve. Ew dibêje, "Dewleta Tirk, 3 komên taybetî ji bo revandina min peywirdar kiriye. Ew dê min birevînin bibin. Li bin Çiyayê Cûdî laboratuwarekê avakirine, li wir li ser çekek nû dixebitin. Min hilbijartine bo ceribandinê".

Nexweş xwe hîç naşo û êdî bêhn ketiyê. "Ez divê xwe neşom. Wê gavê dê ji min mêrkûjekî derkeve. Ma hûn dixwazin ku ez bibim qatil?".

Helbet mirov bêî sedem û nişkave nexweş nakeve. Kesên nexweş dikevin jî ne nezan û kêm hiş in. Îro em qebûl bikin an nekin li Kurdistanê bi hezaran Kurd ji ber dagirkerî, şer, êşkence, tecawiz hwd nexweş ketine û dikevin. Mixabin nêrîna me Kurdan ji bo kesên wiha nebaş in. Em hema wan bi navê "dînê beredayî" binav dikin û berpirsiyariya xwe jibîr dikin.

Di tedawiya nexweşiyên ku tabloya paranoya pê re heye, metodên psîkîyatrîk tên bikaranîn. Bo mînak paranoîd şîzofrenî nexweşiyeke psîkîyatrîk e. Dermanên trankîlîzan , elektrokompûlsîv terapî hwd tên bikaranîn. Nexweş 100 % divê li klînîkan di binê kontrolê de bin. Nexweşên ku tabloya paranoya dihewînin, ne nexweşên ji rêzê ne, dikarin ziyanê bidine xwe an devedorê xwe.