Parzûna plazmayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pêkhateya Parzûna plazmayê

Navê parzûna xaneyê hin caran wekî parzûna plazmayê jî tê bi nav kirin. Hemû xane bi parzûna plazmayê dorpêçî ne. Parzûna plazmaye pir tenik e. Bi qasê 7-10 nanometre ye.Şiklê parzûna xaneyê bi Modela Mozaîk a Herikbar tê bi nav kirin. Li gor vî modelê, parzûn ji du tebeqeyên fosfolîpîdan pêk tê. Di nav fosfolîpîdan da hin cureyên proteînan heye li aliyê derve yê xaneyê jî molekulên karbohîdrad bi proteînan, an jî bi fosfolîpîdan girêdayî ye. Ango parzûn bi binyatî ji sê cor molekulan çêbûye. Ji xeynî van molekulan, parzûna plazmayê ya xaneyên ajalan molekula kolêsterolê jî li xwe digire.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]