Parzûna xaneyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Pêkhateya Parzûna Xaneyê

Dîrok[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Du zanyarên Amerîkayî, Garth L. Nicolson û Seymour Jonathan Singer di sala 1972'yê de xebatên xwe yên li ser Parzûna xaneyê (parzûna plazmayê) di kovara science de weşandin. Li gor vê xebatê şiklê parzûna xaneyê bi Modela Mozaîka Herikbar hate eşkere kirin. Li gor vî modelê, parzûn ji du qorê fosfolîpîdan pêk tê. Di nav fosfolîpîdan da hin corên proteînan heye.Li aliyê derve yê xaneyê jî molekulên karbohîdrad bi proteînan, an jî bi fosfolîpîdan girêdayî ye. Ango parzûn bi binyatî ji sê cor molekulan çê bûye. Ji xeynî vana, parzûna xaneyên ajalan molekula kolêsterolê jî li xwe digire. Ji ber ko molekulên gir û hûrik bi hev re di pêkhateya parzûnê de cih digrin, parzûn dişibe mozaîkê. Molekulên parzûnê her tim cihên xwe diguherînin lewma parzûn herikbar e. Qalindiya parzûn bi qasî 7-8 nm ye. Parzûna xaneyê, sîtoplazma û endamokan dorpêç dike, bi vî awayê hemû pariyên xaneyê bi hev re dimînin û belav nabin. Ko tiştekî dikeve hundirê xaneyê an ji xaneyê derdikeve, divê ji parzûnê derbas bibe. Parzûna xaneyê nîvdelînbar e. Hin tişt ji parzûnê derbas dibin lê ne her tişt. Bi kurtasî parzûna xaneyê bijêr e. Ji ber ko parzûn diherike, dilive û rê nade derbasbûna hemû tiştan, parzûn wekî tiştekî zîndewer tê hesibandin.

Karê parzûna plazmayê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  • Xaneyê dorpêç dike û wê ji hawirdorê cihê dike, bi vê awayê hem plazma û endamok bi hev re dimînin, hem jî xane xwe ji guhertinên neyîni yên hawirdorê diparêze.
  • Kontrola molekulên wê biçe hundirê xaneyê an ji yên ji xaneyê derdikevin derve dike.
  • Bi xaneyên din re guftûgo (ragihandin) dike.
  • Naskirina molekulên wek hormon û dijepeydakeran dike.

Parzûna plazmayê bi sê awayî, karê guhaztina molekulan dike.

  1. guhaztina neçalak
  2. guhaztina çalak
  3. guhaztina molekul û madeyên gir

Guhaztina neçalak[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Bi guhaztina neçalak, xane O2, H2O, CO2, îyonên wekî Na+, Cl-, K-, NO3- û molekulên wekî glukoz, proteîn digire hundirê xaneyê an ji ji xane der dixe. Sê corên guhaztina neçalak heye:

  1. Dîfuzyona (belavbûne) sade
  2. Dîfuzyona hêsankirî
  3. Osmoz

Ji bo hemû corên guhaztina neçalak, bêyî ko tu pêdivî bi enerjiya ATP hebe, molekul ji devera xest(tîr) ber bi devera ronkî cih diguherînin

Dîfuzyona sade[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Dîfuzyona Hêsankirî

Molekul ji cihên bi xestiya berz(tî)r ber bi cihên bi xesti nizm (kêm tîr) cih diguherin. wekî mînak; heke em dilopek murekepê dilopê nav şûşeyek avê bikin, dilopa murekebê di nav avê de bi tena serê xwe belavê her aliyê şûşeyê dibe. Ev belavbûn dîfuzyon e. Di vî gîraweyê de, madeya tiwawe murekeb e. Av jî madeya tiwêner e. Gava murekeb dikeve nav avê, xestiya şileya murekebê ji ya avê zêdetir e. Loma belavbûna molekulan ji hêla tîr ber bi hêla ronkî dest pê dike ta ko her aliyê gîraweyê bibe xwediyê tîriya hevseng.

Gelek molekul bi dîfuzyona sade ji parzûna plazmayê derbas dibin. Wekî mînak; oksîjen û karbona dîoksît bi dîfuzyona sade di parzûna alveolên pişikê de cih diguherin

Dîfuzyona hêsankirî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Molekulên wek Oksîjen, karbona dîoksît û etanol dijav in (hîdrofobî ne), loma di nav çînên çewrî (lîpîd) de belav dibin û ji parzûnê rasterast bi hêsanî derbas dibin. Molekulên avxwaz (hîdrofîlî) di nav molekulên lîpîdan de belav nabin. Av, glukoz, proteîn, hin îyon û molekulên din ên avxwaz ji ber astengiya molekulên lîpîd, nikarin bi serê xwe ji parzûna plazmayê derbas bibin. Molekulên avxwaz bi alîkariya proteînên parzûnê cih diguherînin. Ev veguhaztin jî dîfuzyon e, lê ji ber ko proteîn navbeynkarî dikin, ev kar wekî dîfuzyona hêsankirî tê navkirin. Di vê cora dîfuzyonê de,dîsa molekulên tiwawe ji devera tîr ber bi devera ronkî de belav dibin û pêwistî bi ATP nîn e. Her çiqas gelek corên proteînên parzûnê hene jî, ji wan du texlît proteîn di dîfuzyona hêsankirî de kar dikin, proteîna kanalî û proteîna hilgir.Evan proteînan wekî enzîm kar dikin û molekulên wê ji parzûnê derbas bibin, nas dikin. Piraniya molekulên avê bi navbeynkariya proteînê hilgir (kanalî) ji parzûnê derbas dibin. Proteînê kanalî navbera molekulên avê û lîpîdan dibe çeper û rê nade molekulên lîpîdê ko derbasbûna avê asteng bike. molekulên wekî glukoz an jî sukroz bi alîkariya proteînê hilgir ji parzûnê derbas dibin.

Osmoz (Delandin)[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Av ji qada avpir,derbasî qada avkêm dibe

Di weneya aliyê rastê de di despêkê de asta gîraweyê li herdu milên lûleyê yeksane. Eger piçek xwêy li lûleya A yê were zêdekirin, vê gavê di lûleya A yê de mêjera madeya tiwawe (ango xwêy) zêde dibe. Lûleya A, ji lûleya B yê tîrtir dibe. Li gor rêzikên difuzyonê, divê xwêy ji aliyê zêde ber bi aliyê kêm ve cih biguhere. Lê ji ber parzûna nîvdelînbar, xwey nikare derbasê milê B bibe. Li milê A yê de ev rewş dibe sedema çêbûna pestoya osmozî. Lûleya B li gor lûleya A rontir e (ava wê pir e) loma av ji aliyê pir ber bi aliyê hindik (tîr) ve cih diguhere. Ji parzûna nîvdelînbar derbasbûna avê wekî osmoz(delandin) bi nav dibe. Osmoz wekî mîna dîfuzyona sade ye, ê cudahiya wê evê ko, molekulên ko di parzûnê de derbas dibin ne hemû molekulên tiwawe ne, lê tenê av e. Ango dîsa devera tîr û devera ron heye û bi parzûnê ji hevdu veqetiyan e. Ji ber ku parzûna nîvdelînbar rê nade madeyên tiwawe derbas be, îcar madeya tiwêner, ango av, ji qada ko av pir e, qada avkêm dibe. Hêza Pesta Osmozî di guhaztina avê de bi bandor e.

Guhaztina çalak[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Guhaztina molekulan ji qada ron, ber bi qada tîr ve bi xerckirina ATP wekî guhaztina çalak tê bi nav kirin. Xane bi guhaztina pasîf dikare hin molekulan ji qada tîr ber bi qada ron veguhezîne. Ji bo karên wê yên asayî, pêwistiya xaneyê bi hebûna hin molekul an jî îyonên wekî asîda amînî, glukoz, potasyûm, kalsîyum, fosfat û hwd heye. Xestiya (tîrî) van molekulên di nav xaneyê de, bi gelemperî ji derdora xaneyê zêdetir e, lê xane hê jî ji dorhêla xwe van molekulan digire nav sîtoplazmayê. Di vî guhaztinê de tevgera molekulan ne li gor guhaztina pasîf e. Ko guhaztina pasîf, wekî tevgera molekulan a berjêr bê hesibandin, guhaztina çalak tevgera molekulan a berjor e. Guhaztina çalak tenê di xaneyên zindî de dibe, lewma pêwistî bi ATPyê heye.

Sodium-potassium pump-ku.svg

Di vî wêneya çepê de mekanîzmaya çalakiya pompeya Na + /K + ê tê ravekirin. Ko xaneyê bi guhaztina çalak, îyonên Na+ ê li dorhêla xaneyê, iyonên K+ ê jî li nav sîtoplazmayê tov dike, barê elektrîkê li derveyî xaneyê dibe pozîtîf (+) û barê kelekan sîtoplazmayê jî dibe negatîv (-). Ji bilî vê, hebûna Na+ ê dorhêlê li gor xaneyê tîrtir dike. Ev rewş dibe sedema çêbûna gradyana elektrokîmyayî (electrochemical gradient), xane bi hêza vê gradyanê hin molekulan (wekî asîda amînî, glukoz) vediguhazine nav xaneyê. Dema îyonên Na+ ê dizivire nav sîtoplazmayê, bi hêza herikîna Na+ ê hin molekulên din jî dikeve xaneyê. Divê neyê ji bîr kirin ko,li vir enerjiya ATP ji bo çêbûna gradyana elektrokîmyayî tê xerc kirin. Gava li dorhêla parzûnê hêza gradyana îyonên Na+ ê gihîşt asta herî bilind, Na+ û hin molekulên din bi dîfuzyonê ji parzûnê derbas dibin. Ev molekulên ko bi navbeynkariya gradyana elektrokîmyayî ya Na+ tên guhaztin, li dij gradyana konsantrasyonê ya xwe tên kişandin,l oma ev molekulan bi tena serê xwe, ango bi guhaztina pasîf naçe nav sîtoplazmayê.


Guhaztina molekulên gir[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Molekulên hûrik bi guhaztina pasîf an jî çalak bi hêsanî ji parzûne derbas dibin. Lê pêdiviya xaneyê bi molekul an jî madeyên gir jî heye. Ev madeyan wisa gir in ko ne rasterast ji nav molekulên lîpîdên parzûnê, ne jî di nav proteînên hilgir û kanalî de vediguhazin. Di nav xaneyê de ji molekulên hûrik, molekulên gir ên wekî, proteîn, enzîm, hormon, şîr û hwd tên çê kirin. Her çiqas ko evan madeyan di nav xaneyê de çê dibin jî ,ew li derveyî xane tên bi kar anîn. Loma divê van madeyan ji xaneyê derkeve derve. Xane molekulên gir ji parzûnê vedirişîne. guhaztina molekul an jî madeyên gir ji sîtoplazmayê ber bi dorhêlê xaneyê, wekî egzosîtoz tê bi navkirin. Tûk a devê mirov, enzîma bi navê amîlaz e. Amîlaz di xaneyên rijênên tûkê de çê dibe, bi egzosîtozê ji xaneyê derdikeve û di cog (kanal) û kisikên tûkê de berhev dibe. Herwekî hormona însulîn jî di xaneyên pankreasê de çê dibin û bi egzosîtozê ji xaneyên pankrease vediguhazin nav xwînê. Hin caran xane ji derdora xwe molekulên gir digre nav sîtoplazmayê. Zîndewerên tekxaneyî xurekên neherisî, di nav xaneyê de diherisînin. Xurekên neherisî gelek gir in loma ji parzûnê derbas nabin. Lêkosît (xaneyên xwînê yên spî) ji bo parastina laşê mirov bakteriyên di nav xwînê de rasterast dadigurtînê û digire nav sîtoplazmayê û li vir diherisîne. Daqurtandina molekulên gir wekî endosîtoz tê navkirin. Heke molekulên gir ên ko xane digire nav sîtoplazmayê şile be, ev cora endosîtozê wekî pînosîtoz bi nav dibe. Endosîtoza molekulên hişk jî wekî fagosîtoz tê navkirin. Xane dema dilopa rûn vedixwe ev pînosîtoz e, lê gava bakterîyek dadiqurtîne ev kar fagosîtoz e.

Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]