Here naverokê

Patrîkxane

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Patrîkxane (ji yewnaniya kevn πατριαρχία patriarchia, ku ji peyvên 'bav' û 'esl, serwerî' pêk tê) di dêrên beriya reformasyonê de him yekîneyek îdarî ya dêrî ye, him jî dadweriyek e, ku dêra xwe ya taybetî pêk tîne. Dêrên din jî dikarin jê re girêdayî bin. Serokê patrîkxane metranek bi sernavê patrîk e. Ji dema wezîfeya patrîkê re jî patrîkxane tê gotin. Patrîkxane li dêrên ortodoks, wek dêra ortodoks a suryanî û dêra Katolîk a romayî, heye.

Li gorî kevneşopiya mesîhî sê patrîkxane di sedsala 1ê de ji aliyê şandiyan ve hatine damezrandin: Roma, Entakya û Îskenderiye. Her sê ji aliyê Encûmena Nikeyayê ve hatine naskirin. Konstantînopolîs di sedsala 4an de û Orşelîm di sedsala 5an de hatiye lê zêdekirin. Di dawiyê de, ev her pênc patrîkxane bi hev re ji hêla Civata Kalkîdonê ve di sala 451an de wekî pentarşî hatin pejirandin.