Peştûnwalî
Xuyakirin
Peştûnwalî an jî Pextûnwalî (bi Peşto: پښتونولي) rêgezên kevneşopî yên jiyanê û awayê jiyana gelê Peştûn e.[1] Peştûnwalî ji hezar salî zêdetir e û qet tu qanûnan wê yên eslî neguheriye.[2][3][4]
Paşî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Eşîrên Paştûn, ku bi gelemperî wekî gelên bi tundî şerker têne binav kirin, bi kêmî ve ji hezarsala yekem a B.Z. ve li Peştûnistan (rojhilatê Efxanistan û bakurê rojavayê Pakistanê) bi cih bûne. Di wê demê de, piraniya deverên wan ên çiyayî li derveyî dadwerî an kontrola hukûmetê man. Berxwedana Peştûnan li hember desthilatdariya biyaniyan û axên ku lê dijîn, dibe sedem ku zagonên Paştûnwalî qet nehatine guhertin.[5][6][7]
Qanûnan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Mêvanperwerî (مېلمستيا) – mêhvanperwerî û hurmeta kûr nîşanî hemî mêvanan dike, bêyî ku ferq bike ji nijad, ol, girêdana etnîkî an rewşa aborî û kirina vê yekê bêyî ku li berdêla xêrê be. Peştûn ji bo ku mêhvandarîyê nîşan bidin, gelek hewl didin.[8][9][10]
- Penaber (ننواتې) - Her kesê ku ji bo ewlekariya di xetereyê de tê ba Peştûnek, divê ewlehiyek were dayîn.Mirov têne parastin; Heta ku rewş zelal bibe divê kesên ku ji qanûnê direvin jî bên parastin. Mînaka berbiçav ew e ku Mela Omer red kir ku Usama bin Ladin radestî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bike, bi îdiaya ku ev yek dê qanûna penaberiyê ya Peştûnan binpê bike. Dûre Amerîka êrîşî Efxanistanê kir.[8][11]
- Edalet û Tolhildan (نياو او بدل) - Li edaletê lêgerîn û tolhildana ji zaliman. Ji kuştinê bigire heya destdirêjiya devkî her tişt wekî xeletî tê hesibandin. Di hin rewşan de, sûcdar dikare dirav bide ku ji cezayê xwe dûr bike.[8]
- Wêrek (توره) - Pêwîste Peştûn xak, mal, malbat, ol û mêvanên xwe ji her gefekê biparêze. Heger Peştûnek vê rêgezê bi cih neyne dê bên cezakirin.[8]
- Dilsozî (وفاء) - Peştûn ji eşîr, malbat, heval, ol û neteweya xwe re dilsoz e.[12]
- Xêrxwazî (ښېګړه) - Divê Peştûn her gav bi dilovanî bi mirovan re tevbigerin.[12]
- Navbeynkarî (جرګه) - Nakokî bi civînên ku tê de çareserî têne gotûbêj kirin têne çareser kirin.[12]
- Bawerî (ګروه) - Divê Peştûnek bi Îslamê û desthilatdariya Ellah bawer bike.[8]
- Rêzgirtin û Serbilindî (پت او وياړ) - Serbilindiya paştûnan, di civakê de xwedî girîngiyeke mezin e û divê were parastin. Peştûn ji bo vê yekê divê rêz li xwe û yên din bigirin, nemaze yên ku nizanin. Rêzgirtin li malê, di nav malbat û xizmên xwe de dest pê dike.[8]
- Mafên û namûsa Jinan (د ښځو حقوق او ناموس) – Divê mêrê paştûn namûsa jinan, bi taybetî jinên wan, biparêze û wan ji ziyanên devkî û fizîkî biparêze. Kuştina jinê di zagonên Peştûnan de qedexe ye.[8][13]
- Şeref (ننګ) - Pêwîste Peştûn berevaniyê li kesên lawaz û bêhêz bike.[14]
- Çivalî (مېړانه) - Divê Peştûn cesaret û tevgera zilamekî gihîştî nîşan bide.[15]
- Welat (هېواد) - Paştûnek bi parastina axa Peştûnan ve girêdayî ye. Peştûnê ku axa Paştûnan neparêze êdî paştûn nayê hesibandin.[16]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Banting, Erinn (2003). Afghanistan the People. Crabtree Publishing Company. r. 14. ISBN 0-7787-9335-4. Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2010.
Erinn Banting.
- ^ "Kopîkirina arşîvê" (PDF). Ji orîjînalê (PDF) di 8 adar 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 îlon 2020.
{{cite web}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ Singh, Ms Priya; Chatterjee, Ms Suchandana; Sengupta, Ms Anita (15 kanûna paşîn 2014). Beyond Strategies: Cultural Dynamics in Asian Connections: Cultural Dynamics in Asian Connections. ISBN 9789385714535.
- ^ Rzehak, Lutz (2011). Doing Pashto: Pashtunwali also known as Afghaniyat as the Ideal of Honourable Behaviour and Tribal Life Among the Pashtuns (bi îngilîzî). Afghanistan Analysts Network.
- ^ Nath, Samir (2002). Dictionary of Vedanta. Sarup & Sons. r. 273. ISBN 81-7890-056-4. Roja gihiştinê 10 îlon 2010.
- ^ "The History of Herodotus Chapter 7". Terciman: George Rawlinson. The History Files. Ji orîjînalê di 5 sibat 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 kanûna paşîn 2007.
- ^ Houtsma, Martijn Theodoor (1987). E.J. Brill's first encyclopaedia of Islam, 1913-1936. Cild 2. BRILL. r. 150. ISBN 90-04-08265-4. Roja gihiştinê 24 îlon 2010.
- ^ a b c d e f g Banting, Erinn (2003). Afghanistan the People. Crabtree Publishing Company. r. 14. ISBN 0-7787-9335-4. Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2010.
Erinn Banting.
- ^ Schultheis, Rob (2008). Hunting Bin Laden: How Al-Qaeda Is Winning the War on Terror. New York: Skyhorse. r. 14. ISBN 978-1-60239-244-1.
- ^ Hussain, Rizwan (2005). Pakistan and the Emergence of Islamic Militancy in Afghanistan. Aldershot: Ashgate. r. 221. ISBN 0-7546-4434-0.
- ^ Analyst, Peter Bergen, CNN National Security (29 tîrmeh 2015). "The enigmatic Mullah Omar and his legacy". CNN. Roja gihiştinê 27 îlon 2021.
{{cite web}}
:|pêşnav=
sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ a b c Junaid, Muhammad (adar–hezîran 2011). "Poetics of Identity: On Entrepreneurial Selves of Afghan Migrants in Pakistan". Tamara: Journal for Critical Organization Inquiry. 9 (1–2): 44 – bi riya Research Gate.
- ^ Yousafzai,McCormick, Malala, Patrick (19 tebax 2014). I am Malala. ISBN 9781780622170.
{{cite book}}
: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ Yousafzai, Malala (13 çiriya paşîn 2014). I am Malala. ISBN 9781474600293.
- ^ Naz, Arab; Khan, Waseem; Daraz, Umar; Hussain, Mohammad; Chaudhry, Hafeez-ur-Rehamn (12 hezîran 2012). "International Journal of Sociology and Anthropology". SSRN 2083022.
{{cite journal}}
: Ji bo journal parametreya|journal=
hewce ye (alîkarî) - ^ H. Cathell, Major John. "Human Geography in the Afghanistan - Pakistan Region: Undermining the Taliban Using Traditional Pashtun Social Structures" (PDF). Ji orîjînalê di 8 tebax 2019 de hat arşîvkirin (PDF).