Pel

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Pel (riweknasî) hat beralîkirin)
Pelekî zer
Pelê hejîrê

Pel, belg, pelçim di giyayan de organê karê behnê, fotosentez, transpirasyon (xwêdandan)ê bi cîh dihêne. Di gewd û şaxên kêlekî de buharê şên dihê û mezinbûna wê piştî demekê disekine. Payîzê rengê zer dibe û ber çile ve jî diweşe.

Di wêjeyê de axilbe jî di helbestê de pel wek hevalekî bayê ciyekî girîng digre.

Beşên pel[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Mista pel an lamîna: ciyê ku fotosentez, xwêdan û bêhn lê pêk dihê.
  • Petiyol: karê ragihandinê bi cî dihêne
  • Bazis: qûnik û mista pel bi giya ve grê dide.