Here naverokê

Endam (biyolojî)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Organ hat beralîkirin)

Endam (an jî lebat) di biyolojiyê da komek ji şaneyan in ku ji bi hezaran anko milyonan xaneyan pêkhatine û erk anko komek ji erkan anko funksyonan bi cih dikin. Di her endamekê da hindek şaneyên serekî û hindek şaneyên neserekî hene. Ji bo mînak di dilî da dilemasûlke anko miyokardiyûm şaneyeka serekî ye û xwînborî û demar şaneyên neserekî ne. Carina komên çend endaman ku erkên wan ji hev nêz in koendamekê pêk tînin.

Mirov û hin ajal xwedî endamên mîna; dil, kezeb, pişik, çav, gurçik, guh, dev, poz û hwd ne.

Endamên lawiran

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di laşê lawiran da (ji wan mirov jî) gelek endam hene. Hindek ji endamên giring ev in: dil, sih, çav, aşik, gurçik, cerg, rûvî û pîst,...

Ji endamên hundirîn yên laşê lawiran ra hinav dibêjin.

Endamên giyayan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Endamên giyayan dabêşî du beşan dibin: endamên hişînbûnê û endamên zaûzêyê.