Here naverokê

Fotosentez

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pêvajoya fotosentezê
Pel, di riwekan de cihê ku fotosentezê tê kirin, e.

Giyandarên ku xwediyê klorofîl in, bi bikaranîna enerjiya roniyê, pêkhatiyên lebatî (organîk) tînin holê. Ji vê bûyerê re jî fotosentez tê gotin. Giyandarên ku bi vê bûyerê adan pêktînin, ji wan re organîzmayên fotosentetîk tên gotin û piraniya vê komê jî ji plankton û riwekan pêk tên.

Organîzmayên fotosentetîk, bi alîkariya enerjiya roniyê enerjiyê depo dikin û karin pêkhatiyên lebatî çêbikin. Riwek jî wekî giyandarên din, enerjiyê ku ji bo jiyana xwe berdewam bikin, ji enerjiya kîmyewî a madeyên organîk peyde dikin. Ji bo vê jî ew bi bikaranîna karbondîoksît û roniya rojê, adanên xwe yên lebatî sentez dikin. Eger li cihê ku riwek lê re ye, roniya rojê tune be, riwek nikarin fotosentez bikin. Ji ber vê yekê navê vê bûyerê wek fotosentez (photo synthesis)[1] yanê bi riya roniyê sentezkirin, tê binavkirin.

Her giyandarê ku li serzemînê dijîn, enerjiyê ku ji bo çalakiyên metabolîzmayê pêwîst e, ji ser sê riyan ve peyde dikin. Fotosentez fealiyetekê gewiran (anabolîzma) e.

Pel, navenda hilberana adan a riwekan in. Li hundirê şaneyên ku pêlên riwekan pêk tînin, parçeyên ku wekî kloroplast tên binavkirin, hene. Di hundirê van kloroplastan de klorofîl hene. Erka klorofîlê jî girtina roniyê ye. Kloroplast wekî panelekê tîrêjên rojê tevî hev dike û wekî kolektor jî van tîrêjên rojê dadigerînê enerjiyê. Bi vê enerjiyê jî ew adan pêk tînin. Ev adanên ku hatine hilberandin, ji pelan ji beşên din ên riwekê yê ku divê bên xweyîkirin re, tên birin.

Korbondîoksîtê ku ji hewayê tê girtin, bi bikaranîna enerjiya rojê tê dagerandin devtî û karbonhîdratan. Oksîjenê ku piştî bikaranîna karbonê yê ku ji karbondîoksîtê (CO2) hatibûn girtin, li hewayê tê berdan. Heke riwek paşî hewcedarî pê enerjiyê bibin, van karbonhîdratan bi kar tînin. Giyandarên ku bi van riwekan xweyî dibin, hewcedariya xwe ya enerjiyê ji karbonhîdratên ku di riwekan de ne, têrî pê dikin.

Bi fotosentezê her sal nêzîkî 200-500 milyar ton CO2 dikeve veguheriyê. Ji ber vê yekê bi fotosentezê karbondîoksît û av dadigerin karbonhîdratan.

Madeyên ku ji bo pêkhatina bûyera fotosentezê pêwîst in, ev in:

Pêvajoya dîrokî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pêşveçûyîna (kawdan) fotosentezê ya di dîroka zanistê de bi vê awa ye.

  1. Arîsto, dayê xuyandin ku ji bo keskbûna riwekan roniya rojê pêwîst e.
  2. Van Helmont di sedsala 17em de, di vî mijarî de vekolanên herî pêş ji aliyê wî ve hatiye kirin.
  3. Di sala 1771an de Joseph Priestley, vê gotinê gotiyê: Oksîjenê ku ji aliyê riwek ve hatine dayîn, hewayê ku ji aliyê ajal ve hatinê qirêjkirin, paqij dike. 
  4. Di 1779an de Jan Ingenhousz, li ser giringiya klorofîlê balkişandiye.
  5. Di sala 1782an de Senebier gotiye ku riwekên kesk ancax bi girtina CO2yê ve karê O2yê derbixe.
  6. Di sala 1804an de De Saussure gotiye ku girtina CO2 û berdana O2 ancax di beşên kesk ên riwekê de dibe.Jê cuda jî li ser giringiya ava ku di bûyera fotosentezê de tê bikaranîn, balkişandiye. 
  7. Liebig di sala 1840an de, sedema girtina CO2yê aşkera kiriye. Li gorî Liebigê riwek ji bo ku hewcedarî pê karbonê(C) dikin, CO2yê ji hewayê digirin.
  8. Di sala 1842an de Robert Mayer rave kiriye ku ronî di xwe de enerjî dihewîne. 
  9. Engelman di 1880an de gotiye ku di pêvajoya fotosentezê de danîn O2yê ji aliyê kloroplast ve tên kirin.
  10. Blackman di sala 1905an de poncandiye ku fotosentez ne bi tenê bûyereke fotokîmyewî ye, di heman katî de jî fotosentez bûyereke biyokîmyewî ye.Blackman gotiye ku di fotosentezê de fazeke bi navê faza tarî ya reaksiyonê heye.
  11. Willstater û Stoll di sala 1918an de poncandine ku CO2 û O2 di bin roniyê de, CH2O û O2 pêk tînin.
  12. Robert Hill di sala 1937an de li ser reaksiyona ronî ya fotosentezê xebat kiriye[2].
  13. Di salên 1954-1961ê de Calvîn û hevalên wî li ser reaksiyona tarî ya fotosentezê xebitîne û li ser vê jî ji Calvinê re Xelata Nobelê hatiye dayîn.
  14. Di serê sedsala 21em de lêkolanên ku li ser fotosenteza kevzên avê de kirine, ji aliyê Warburgê ve hatine kirin.

Giringiya fotosentezê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi bûyera fotosentezê hevsengiya CO2 û O2yê hewayê tê hêvişandin. Nîvê tîrêjên rojê yê ku digîje serzemînê, di bûyera fotosentezê de tên bikaranîn. Lêkolanên ku di vî warî de hatine kirin, didin xuyakirin ku, di hewcedariya zadê ya gelheya cîhanê de, fotosentez cihekî pir giring digire.

Di fotosentezê de gewşîna herî giring, dagerandina enerjiya rojê ber bi enerjiya kîmyewiyê ye. Ev pêvajo di kloroplastan de tê kirin.Di hundirê kloroplastan de jî pigment hene. Yanê vê pêvajoyê pigment dikin. 

Reaksiyona fotosentezê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Reaksiyona Fotosentezê
Reaksiyona Fotosentezê


Di reaksiyona fotosentezê de karbondîoksît û av bi alîkariya roniyê dadigerin şekir û oksîjenê.[3]

Karîgerên ku leza fotosentezê diguherînin

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Karîgerên hawirî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. Tebaba Co2yê: Eger ku karbondîoksit zêde be, leza fotosentezê heta cihekî zêde dibe,paşî  westar dimîne.
  2. Tundiya roniyê: Ew zêde be leza fotosentezê heta cihekî pir dibe, paşî westar dimîne.[4]
  3. Rengê roniyê: Fotosentez a herî pir di bin roniya xemrî û roniya sor de zêde ye. Leza herî kêm jî di bin roniya kesk de ye.
  4. Germahî: Di navbera germahiya 25-35 pîleyê de leza fotosentezê zêde ye.Eger germahî pir zêde be enzîm dê biteribin.Eger germahî pir kêm bibe jî enzîm dê bisekinin.
  5. Tebaba avê: Tebaba avê bikevê binê %15ê, enzîm înaktîf yanê ne çalak dibin û ji ber vê yekê jî fotosentez dê bisekine.Tebaba avê ji nirxekî pir bibe jî leza fotosentezê nayê guherandin.

Karîgerên genetîk

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. Hejmara kloroplastê
  2. Hejmara pelê
  3. Hejmara stomayê
  4. Stûriya kutîkilê (Cuticle)
  5. Gena sentezkirina klorofîlê
  1. ^ "photosynthesis". Online Etymology Dictionary.
  2. ^ Walker DA (2002). "'And whose bright presence' - an appreciation of Robert Hill and his reaction" (PDF). Photosynthesis Research. 73 (1-3): 51–4. doi:10.1023/A:1020479620680. PMID 16245102.
  3. ^ http://www.rsc.org/Education/Teachers/Resources/cfb/Photosynthesis.htm
  4. ^ Jones HG (2014). Plants and Microclimate: a Quantitative Approach to Environmental Plant Physiology (Third ed.). Cambridge: Cambridge University Press. ISBN 978-0-521-27959-8.