Perçemk
Perçemk | |
---|---|
![]() | |
"Chiroptera" ji berhema Ernst Haeckel ya bi navê Kunstformen der Natur, 1904 | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Mammalia |
Jêreçîn: | Eutheria |
Jorekom: | Laurasiatheria / Archonta |
Kom: | Chiroptera Blumenbach, 1779 |
Perçemk, Çilêçilê, Şevşevok an jî Çilê (Chiroptera), komek e canewerên ku dikanin bifirin ji çîna guhandaran in.
Şayîs[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Ew nolê mişkan in, lê perên xwe hene û dikanin bifirin. Girşê perçemkê mîna mişkan bi pirçikê girtî ye. Perên xwe wek navpêçiyên beqan an jî werdekan bir çermekî zirav çêbûye.
Reftar[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

![]() | Recording of Pipistrellus pipistrellus bat time-expanded echolocation calls and social call. |
Problems playing this file? See media help. |
Perçemk bi roj xwe dikin qulên xwe û bi şevê derdikevin. Perçemkan dengek e bilind derdixin û ji vegerê ewan dengê dizanin ku çi çi ye.
Xwarin[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Bi giştî perçemk goştxwer û xwînxwer hene û mêwexwer hene.
Etîmolojî û bêjenasiya peyvê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Navê perçemkê ji perê xwe yên bi çerm tê. Ew nav ji perçerm bûye perçermik e û pey ra bûye perçemk e. Wek lê jêr xuya dibe nav Kurdan gelek navên xwe hene. Pir nav jî ji navê perçerm çêbûye. Li hin hêlan jî dibêjin şevşevok ji bo ew bi şevên difirin.
- Pêrçêm, pêrçenk, perçîmek, pirçemek, bacemok, baçermok, baçimêlk, balçimk, balçimok, berçemik, parçîmk
- Şevşevok, şevşevîng, şevşevik, şîvînek, şebşebok, şibşibênek
- Şevrevînk
- Şevekur
- Çekçekûle, çeqçeqole
- Çilê, çîlî çîlî
- Gaperçêvk
Peresan û dabeşan[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Perçemk ji 50 miliyon salên berê di gera îyosînî dijî bû û gelek rûdemên wê hate guherîn. Cureyên perçemkan der dorî hezar cureyên cuda ye û di du grûpan de sîstem dibin:
- Parçîmkên mezin yan Megachiroptera ku bes meywan dixwin û li parzemînên Efrîqayê û Awustralya heye.
- Parçîmkên piçûk yan Microchiropter ku her xwarinan dixwin wek guhandarên piçûk û masî.
Gorî dabeşana klasîk jî famîle û cinsên wî ew in:
Famîleya perçemkên mêwexwer yan Fêkîxwer (Pteropodidae)[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Perçemka mêwexwer a misrî (Rousettus aegyptiacus)
- Perçemka mêwexwer a taczêrîn(Acerodon jubatus)
Famîleya perçemkên poznal (Rhinolophidae)[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Perçemk (Rhinolophus)
Famîleya perçemkên dûvqûwer (Emballonorudae)[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Perçemk (Taphozous)
Famîleya perçemkên pozraste (Vespertilionidae)[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Baçermok an çekçekûle (Barbastella, Eptesicus, Hypsugo, Miniopterus, Myotis, Nyctalus, Otonycteris, Pipistrellus, Plecotus)
- Gaperçêvk (Vespertilio murinus)
Famîleya perçemkên bidûvik (Molossidae)[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Perçemk bidûvikê misrî (Tadarida aegyptiaca)
Famîleya perçemkên bibêvilê pelgî (Phyllostomidae)[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Perçemkê xwînmij (Desmodus rotundus)
Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]