Masî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Masî
Masiyên sêld Clupea harengus
Dabeşandina zanistî
Sercîhan: Eukaryota
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Binefilûm: Vertebrata
(ne aşkera ye): Pisces
Çîn û bineçînên masiyan

Masî ajaleke marîpiştê ye ku di nav avê de dijî. Masî perik û lam hene. Piraniya wan bi kelekan bêhna xwe distîne û berdide û poyîkîloterm e.

Çend cureyên masiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dabeşandina masiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Masîgiriya li Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Masîgir arzûlê vediqiriye
Masiyên birajtî

Masî bi hawiyekî nên girtin. Ji bo nêçîra her cureyekî masiyan teknîkeke cuda tê xwaztin. Li Kurdistanê di çemê Firat da ji berê da masî dihatine girtine. Dema berê bi şewekeyê (şebeke) masi digirtine. Şeweke ji qolên mêwên rezan çêdikirine. Tenê masiyê pir mezin (ferx) digirtine. Ferx bi çengelê mezin jî tên girtin. Goşt an jî hêjîr bi ser çengelan dixin û diavêjin çêm. Masiyên gir wek gelebûrûsan tên hêjîran. Ku hûn goşt bi ser çengelên çûk bixin hûn yên masiyên qasa yek du bostan bigrine.

Ji bo girtina marmasiyan dixwaze ku hûn goştinî ser çengel xin û biavêjin çêm. Naxwaze ku meriv bipê. Bavêjin û herin bigerin deh panzde deqqe şiva wein li çengel binêrin. Marmasî ku bi çengel dikeve xwe dike bin keviran. Wê lomê meriv nizane û pêketî ye an na. Pir caran şûnê marmasiyan reqesêl bi çengel dikeve. Ew jî surprîza nêçîra marmasiyan e. Reqesêlê ku bi çengel dikeve goşt teva çengel dadiqurtîne wê lomê zor e ku meriv reqsêl ji çengel bifiltîne.

Neçîra reheleyan pir hêsan e. Bi giştî zarok rehelan digrin. Rehele tim li kenarê avê diçêre. Li derê yoxwe du sê metre ji kenarê meriv dide nav avê. Du pelan (kevirên wek yek du kîlo) dike dest xwe. Ku komê reheleyan dibîne keviran diavêj. Bi hukmî keviran re rehele dibijiqin der. Ku pijîqîn der hem direvin diherin digrin. Yek caran dikevin derên teng. Meriv dihere şêqên vedike û dêri li wan digire. Yek ji aliyê din da wan ditirsîne. Ku direvin wî ku şeqên xwe vegirtî masiyan bi destan digire. Masiyên keran jî bi teknîkeka wer tê girtin. Masiyên keran bi tehtan ve dizeliqin, tim li ser tehtan diçêrin. Ji xafil da meriv dihere destî xwe dide ser. Çima ku yên sûtin zor e ku meriv bigre nêçîrên hoste bernadin.

Masiyen piçûk wek masiyên boçreş bi hevîr tên girtin. Hin hevîr bi ser çengel dixin û diavêjin. Ku masî tê li çengel dixe çengel kaş dikin. Masiyên çengel bi dermanê masiyan jî tên girtin. Dermanê masiyan wek fêkiyek mîna îsotê reş e. Hûr dikin bi nav hevîr dixin. Paşê ji hevîr parçeyên wek ji nokan biçûktir jê dikin û diavêjin çêm. Deh panzde deqqe şiva masî serxweş dibin û li rûyê avê wek bêheş dor xwe ra viz dibin. Meriv dihere bi destan digire.

Du teknîkan din jî hene lê him bi xetere ne him jî yên pir bi ziyan in. Yek dînamît e. Ku dînamîtê diavêjin ku çîqas masî li dor hene gî dimirin. Ew bizirê masiyan vedimirîne. Pir û pir bi ziyan e. Zêdetir yekacaran dînamît di destî mîrovan da jî diteqe. Mîrovên ku dimrinî an jî yên ku destên xwe jêbûnî hene. Teknîka din jî ceyran e. Ceyrên bi qabloyeki bi hesinekî girê didin û bi ser darekî dixin. Ku ew darî bera nav avê didin masiyên dorê dimrin. Ew jî pir bi ziyan e çunkî him masiyên hûr jî dimirin him jî mîrov ji xwastinê xwe zêdetir dikane bigire. Dîsa ew teknîka jî ya bi xetere ye bi ceyrên jî pir kes mirin.

Anatomiya masiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Anatomiya masiyê Lampanyctodes hectoris:
(1) - Guh, guhik, kelek, (2) - Daxima piştê, (3) - Sîrseleyê piştê, (4) - Sîrseleyê piş, (5) - Dûv, (6) - Boç, (7) - Perikê bin dûv, (8) - Pûl, (9) - Perikê zik, (10) - Perikê kêlekê