Pileya Fahrenheit
Xuyakirin
Pileya Fahrenheit, navê pilandineka têhnê ye ko fîzîkzanistvanê navdar Daniel Gabriel Fahrenheit li sala 1724ê pêşnihand. Niha pilandina Selsiyus bi tivavî cihê Fahrenheitê girtiye. Tenê li hindek welatên mîna Welatên Yekbûyî yên Amrîkayê û tenê jibo meremên rojane û nezanistî Fahrenheit dihêt bikaranîn. Di karûbarên zanistî da, niha Selsiyus jî zêde nahêt bikaranîn û li şûna wê, Kelvin ko yek ji heft yekînên bingehîn ji Pergala Navneteweyî ye cihê wê girtiye.
Ev gotara têkildarî fizîkê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |