Pisîka Schrodinger
Pisîka Schrödinger di fîzîka kuantûmê de ezmûneke ramanê ya pir nîqaşkirî ye, ku ji hêla fîzîknasê Avusturyayî Erwin Schrödinger ve hatî pêşkêş kirin.
Ev ezmûna ramanê, ku di sala 1935-an de ji hêla Erwin Schrödinger ve hatiye pêşkêşkirin, paradoksek superpozisyona kuantumê ye. Schrödinger bi vê ezmûnê xwest ku di şîroveya Kopenhagê de pirsgirêkên mekanîka kuantûmê nîşan bide. Pisîkek di rewşek rasthatî de tê hiştin ku ew dibe ku mirî an sax be, û ji bo biryardanê çavdêrî divê. Vê ezmûna ramanê şirovekirina teorîkî ya mekanîka kuantûmê dijwar kir.
Di ezmûna pisîka Schrodinger de; Pisîkek bi fîşekek jehrê û çavkaniyek radyoaktîf di qutiyek girtî de dihêlin. Ger sehker di hundir de radyoaktîvîteyê tespît bike, mekanîzmaya ku fîşekê dişkîne dixebite û jehr pisîkê dikuje. Li gorî şiroveya Kopenhagê, di dawiya saetekê de,rewşa zindîbûn û mirina pisîkê qasî hev e. Tenê dema ku sindoq tê vekirin û temaşekirin, yek ji van rewşan rast dibe.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |