Piyaza zeytûnê
Piyaza zeytûnê navê seleteyeke pêjgeha kurd e. Herwiha di pêjgeha ermenî, pêjgeha îtalî û pêjgeha balkanî de cihê wê heye.
Zeytûn seleteyan çêjdar dike. Seleteyên herî bitehm ên Kurdistanê, yên herêma Soranê ne. Dîsa seleteyên rojhilatê Kurdistanê jî ji aliyê dewlemendiya biharbêhn û melzemeyên xwe ve gelek navdar in. Li bakurê Kurdistanê jî seleteyên gelek bitehm tên xwarin.
Berkeliya pîyaza bi zeytûn a Dîlokê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- 25 gr gûz (kakilê wê)
- 100 gr tirşîna zeytûna kesk a bi îsota sor
- 1/4 SA (stekana-qedeha avê) pîvaza hûrkirî
- 2 dd (dendik) sîr
- 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) dimsa (mot) hinarê yan ava hinarê
- 1 KX (kevçiyê xwarinê) dendikên (hundirê) hinarê
- Li ser daxwazê 2-3 ta bexdenûs (kêm an zêde jî dibe)
Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Zeytûn, bexdenûs, pîvazê yeko yeko hûr bikin, sîrê bikutin. Hemiyan tevlîhev bikin. Li binikên xwarinê belav bikin. Ava hinarê biser de bikin û bi hebikên (dendikên) hinarê binikan bixemilînin.