Pleîstosen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Pleîstosen (bi inglîzî: Pleistocene; carinan bi zimanê kolankî wek Serdema Qeşayê tê gotin) serdemeke jeolojîk e ku 2.580.000 sal heta 11.700 sal berê berdewam kiriye. Di vê serdemê de qeşagirtinên herî nû yên cîhanê pêk hatine. Navê pleîstosenê ji têkilkirina yewnaniya kevn tê: bi yewnaniya kevn: πλεῖστος, lat. pleīstos "herî" û bi yewnaniya kevn: καινός, lat. kainós "nû".