Polîfêmos

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Polîfêmos
Πολύφημος Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perestvanmîtolojiya yewnanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
TekstOdîseya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMêr li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
Zarok
  • Keltos
  • Îlîrios
  • Galas
  • Helpê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Li ser vazoyekî Odîseûs û hevalê wî Polîfêmosê kor diken

Polîfêmos (bi yewnanî: Πολυφημος, Polyfemos), di mîtolojiya yewnanî de kîklopekî mirovxwar e. Wek kîklopên din, bedene wî gelek mezin e, çavekî wî yê tenê di nîvê eniya wî de heye. Kurê Posîdon e.

Polîfêmos û Odîseûs[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Odîseûs û leşkerên wî piştî serpêhatiyên li Lotusxwaran rastî welatê kîklopan hatin. Derketin lekolînan derheqê wî welatê kirin. Hinek meşiyan hatin devê şikeftekê pir mezin. Texmînkirin ku ew malê afirandiyekî dêvan bû. Li wir xwarinên pir xweş dîtin ketin ser xwarin. Heman demê de li wir pezan jî dîtin. Hinek pezan jî xwarin.

Demekê şûn de xwediyê şikeftê kîklop Polîfêmos hate şikefta xwe. Wek her carê Polîfêmos pê zinarekî ku li şûna derîyê diemilanda, devê şikeftê girt. Odîseûs hevalên wî baz dan milê derîyê lê negihiştin. Polîfêmos ji wan re pirs kir: - Hûn kî ne, çi ne? Odîseûs vegerand, behsa rêwîtiya xwe kir û tenê armancên xweyên lêgerîna xwarinan ji kîklopê re got. Navê xwe wek "Ti Kes" gote wî. Kiklop vê yekê qebûl nekir, wan êsîr û xulamê xwe kir.

Kîklopê re her roj xwarinan çêdikirin. Ev jî têra kîklopî nedikir, her roj du zilamên Odîseûsê dîwarê dida mejiyê wan diperçiqand. Soxiyê Odîseûs ji vê zilmê têr bû. Ji bo xilasbûnê planan çêkir.

Rojekî meyekî dijwar da Kîklopê. Gote wî 'ev mey meya Îtakayê ye, mirov tew vê vedixwin. Kîklop jî jê bawer kir. Meyê carekê quliband, hişê wê çû, xwe dirêjî erdê kir, Odîseûs jî darekî ji bo wê gavê amade kiribû, darê anî xiste nava çavê Kîklopê. Jixwe Kîklop tenê xwedî yek çav in. Polîfêmos bi temamî kor bû. Kir zarezar û got kî min kor kir. Odîseûs vegerand: "Ti Kes". Kîklopên din hatin hawara Polîfêmosê. Kîklopên din bersiva "Ti Kes" re pir keniyan û henekan Polîfêmosê kirin.

Bû sibe Polîfêmos ji bi pez berdana çêre, zinarê li şûna deriyê vekir. Li wê demê Odîseûs û hevalên wî xwe bi hiriyên pez kiribûn. Her yekî xwe xef kire di nav di pezan. Bi awayekî xef ji şikefta derketin, baz dan keştiyan. Odîseûs dema giha keştiyê zivirî henakan li Polîfêmosê kir. Polîfemos jî bersiva henekê zinarekî avêt, lê keştiyî neket. Polîfêmos zêdetir hêrs. Nifiran kire Odîseûsê. Posîdonê bavê Polîfêmos nifirên kurê xwe bihîst. Xwedawend bû neyarê Odîseusê yên sondxwarî.[1]

Evîna Polîfêmos[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Polîfêmos ji nereîd-nîmfê Galateia hez kir û ew bi muzîk û stranan hejand. Nîmfê wî ji ber hezkirina şivan Akîs (Acis) red kir. Dema ku wan şivan û nîmfêyê bi hev re dît, wî kurik di bin kevirekî de perçiqand.[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]