Kîklop
Kîklop Κύκλωπες | |
---|---|
Agahiyên kesane | |
Dê û bav | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Kîklop (bi yewnanî: Κύκλωπες (pirjimar)) di mîtolojiya yewnanî de cinsekî dêwan e. Sê cureyên Kîklopan hene; Kîklopên Sîsîlyayî, Kîklopên Lîkyayî û Zarokên Ûranos û Gaiayê. Kîklopan di eniyên xwe de bi tenê yek çav he ye. Jixwe navên wan tê wateya yek çavê.[1][2] Karên hêsin û keviran dikin ji ber ku gelek bi quwet in. Rijdbûna wan jî ji ber xebatên wan peyda dibe.
“ |
Piştre ax (Gaîa), kîklopan za, bi dilên har, Brontesê, Steropesê û Argêsê serqeda, -ku ew dabûn Zeusê birqan û brûskan- Bi her awayê dişîban xwedawendan ew Lê tenê çavekî wan hebû di enîya wan da. Yek çavê wan dabû wê navê ji wan re, Her dem dijwar û serkeftî bûn karên xwe de. (140-145) |
” |
— Teogonîa- Hêsîodos |
Piranî li ser ocaxa hesinê û alikariya xwedawend Hêfestos têne teswîrkirin. Tê bawerkirin ku dengên ji volkanan tên dengê xebatên kîklopan e.
Ji xeynî Brontes, Steropes û Argêsê Kîklopên din Kîklopên ciwan tên binavkirin. Kîklopên di nav Odîseyayê tê behskirin ji wê cinsê re mînak e. Heman demê de ew Kîklop, Kîklopekî Sîsîlyayî ye. Derheqê Kîklopên Lîkyayî jî tê zanîn ku karên wan dîwar çêkirin e.
Kîklopên Asîmanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gelek efsaneyan de Kîklopên cih girtine. Lêbelê ji xeynî Kîklopên ciwan piranî Kîklopên Asîmanî an go Kîklopên lawên Gaîayê di efsaneyan de hene. Ji bo sedema wî divê çîrokên wan û rola wan yên Şerê Tîtanan bê zanîn. Pêşiya şer Ûranos zarokên xwe yên Kîklop û hekatonxîran Tartarosê heps kir. Pir quwet bûn û xeter bûna wan bûye sebebê hepskirina wan. Zeus wan ji Tartarosê rizgar kiriye û wan azad kir. Ew di şer de alîkariya Zeusê kirin gelek dîyarîyan dan Zeusê û bûne hevalbendên wî. Kîklopên ku rima sê serî ya Posîdonê, kumzirxa Hadêsê ku wî nexuyayî dike hunera wan e.
Kîklopên Sîsîlyayî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kîklopên Sîsîlyayî Kîklopên ku di nav destana Odîseya xwe dihewînin. Pişt re jî di nav helbesta Îskenderîyeyê kala wan tê kirin. Li wir cihên wan bêguman hatiye eşkerekirin ku ew di girava Sîsîlyayê û bakurê Îtalyayê jiyane. Ji xwe di herêmê de gelek navên deveran bi navê Polîfêmosê hatiye. Ew herem piranî ji volkanan pêk dihatin ji ber vê yekê jî Kîklop ji volkanan re hatine tekildarkirin. Ev Kîklop jî wekê Kîklopên Asîmanî mexlukatên rijd bûn. Piranî hêsankarî dikirin, xwedawend û lehengan re çekan dikirin.
Di nav destana Odîseyayê da ji xeynî hêsankariyê Kîklop ajalan xweyî dikirin. Odîseus wan Kîklopan û serpêhatiyên xwe heya bi hûrgilîyên herî biçûk qese dike. [3]
Kîklopên hostayên Diwaran
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ew wek Kîklopên Anatolyayî tên binavkirin. Tê bawerkirin ku di sur u dîwarên ku demên kevn da hatine çêkirin ew çêkirine. Wan awahiyan re Kîklopîn dihat gotin. Kiklopen dîwaran ne wek Kîklopên din xwediyên hêzên taybet dihatin hesibandin. Ew piranî netewên bin destê keyan bûn tenê karên wan çêkirina dîwaran bûn. Mînak bindestê key Proitos sûrên tr:Tirinsê, yên key Perseûsê sûrên Argosê çêkirin.
Çavkanîya cureyên wan Kîklopan ne çanda yewnanî ye, çanda Anatolyayî ye. Di nav çanda herêma Lîkyayê beşdarî çanda yewnanî bûne. Li ser rolyefên Hîtîtan jî vê îddîaya erê dike.
Dihat bawerkirin ku ji xeynî dîwaran gorên di nav zinaran de hatine çêkirin jî hûnera wan e.
Hin kîklopên navdar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Hesîodos-Teogonîa (145)
- ^ https://www.theoi.com/Titan/Kyklopes.html
- ^ Homêros - Odîseya (Beşa 9) (105-567)