Portal:DYA/Gotar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Axa DYA'ya îro berê di bin destê çermesoran de bû. Çermesorên vir ji gellek eşîran pêk dihatin, bi gellek zimanan diaxivîn û çandên wan cûrbecûr û ji hev cuda bûn. Îro pir zêde tişt ji çanda wan nemaye. Di sedsalên 16 û 17'an de ewropî hêdî hêdî li vir bi cih bûn. Bi piranî îngilîz û fransî li bakur bi cih bûn û çandek pir cuda anîn vir.

13 koloniyên Brîtanyayê di 4'ê tîrmeha sala 1776'an de li dijî Brîtanyaya Mezin serxwebûniya xwe îlan kir. Di sala 1787'an de jî DYA'yê îlan kirin. Ev herdu tekstên îlankirinê bûye avakerê nasnameya amerîkî.

Di sedsala 20'an de DYA bû hêzeke pir mezin a cîhanê. Bi taybetî jî piştî Şerê Cihanê yê duyem ê cîhanê, ji aliyê leşkerî, aborî, polîtîk û çandî ve bû yek ji dewletên herî xurt ên cîhanê. DYA hetanî belavbûna Yekitiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst serkêşiya Şerê Sar ê li dijî Yekîtiya Sovyetan dikir. Piştî belavbûna Sovyetan DYA bi serê xwe bû hêza herî mezin a leşerî a cîhanê.