Postê kevokê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Postê kevokê yek ji elementên çîroka kurdî ye. Pirranî perî bikartînin. Kê postê kevakan li xwe kir dikare di nava dem û cihan de seyehetê bike. Dikare ji "Gundikê here paş çiyayê Qaf". Di destê keçên periyan de ne. Ew di xewê de tên postê kevokê li mirov dikin û dema mirov hişyar dibe xwe li cihekê din dibîne yan li demeke din.

Hezkiriyan digihîne hev postê kevokê. Di hin cureyên destana Memê Alan de jî derbas dibin. Keçên periyan Mem dixin postê kevokê û Mem bi hişyarbûnê xwe li Cizîra Botan, li koşka Mîr, li odeya Zînê dibîne.