Memê Alan (destan)
Memê Alan yek ji destanên kurdan e. Gelek varyasyonên vê destanê hene. Destana Memê Alan bi serê xwe, ne destana Mem û Zîn e. Mirov dikare destana Mem û Zîn û ya Memê Alan ji hev cuda bibîne. Destana Mem û Zîn bingeha xwe ji destana Memê Alan digire. Ehmedê Xanî jî di bin bandora destana Memê Alan de Mem û Zîn nivîsiye. Divê mirov jibîr neke, Mem û Zîn a ku Ehmedê Xanî nivîsiye, yek ji varyasyonên destana Mem û Zîn e. Destanên Kurdan xwedî dîrokek kevn in.
Çendîn varyasyonên, cureyên, vegotinên destana Memê Alan jî henin. Lê elementên wan wekhev in. Memê Alan, yekane zarokê keyê bajarê Mixurbiyan e. Diya wî kerr, kor û seqet e. Masîger li deryayê hespeke xerîb digirin. Di rojbûyîna Memê Alan de vê hespê xerîb û deryayî Bozê Rewan difiroşin bavê Mem. Mem pirr ji hespê xwe hezdike.
Mem di xewa xwe de Zînê, Zîna Zêdan dibîne. Periyên esmanî wî dixin postê kevokê û li koçka Zînê datînin. Zîn keça mîrê Cizîra Botan e. Mem li pey xewn û evîna xwe dikeve. Destana Memê Alan ji aliyê dengbêjan ve tên qîrîn. Versiyona herêma Serhedê bi qasî 13 dem didome. Tenê dengbêjên mezin dikarin hemî destanê bêjin. Dengbêjên ne navdar tenê hin parçeyên destanê dibêjin û ya mayîn jî bi axavtin bilêvdikin. Herwekî versiyona herêma Botan jî gelek dewlemend e.
Mem têkoşîneke mezin û bêhempa dide, ji bo evîna xwe Zînê. Di dawiyê de rastî îxaneta Bekoyê Ewan tê û mîrê Botan wî diavêje zîndanê. Mem li zîndanê dimire. Li ser mirina Mem, Zîn li dijî hemî otorîteyan, hewekî bavê xwe jî dertê û li zîndanê li ser meytê Mem jehrê vedixwe û jiyana xwe jidest dide. Bavê Zînê, mîrê Botan bi hemî dek û dolavên Bekoyê Ewan dihese lê êdî dereng e. Serê Beko tê lêxistin û wekî sembola îxanetê mezelê wî di navbera yên Memê û Zînê de tê kolandin.