Psîkotrop

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Psîkotrop ji komeke madeyên raxwarinê re tê gotin. Maddeyên kû kêfê didin, organîzmaya mirov dixin bin bandoreke kurtdemî ya kêfê ne.

Bikaranîna madeyên raxwarinê bi qasî dîroka mirovahiyê xwedî dîrokek dirêj in. Di zimanê bijîşkiyê de ji van madeyên kîmyewî re "psikotrop drug" tê gotin. Van madeyên kimyewî yên raxwarinê bi qasî demeke kurt organîzmayê dixin bin kontrola xwe, rehetiyê û kêfê didin. Heger mirov bi berdewamî raxwe, organîzmayê dîl digirin û ziyanên mezin didin.

Tedawîkirina raxwarina madeyên psîkotrop an trankîlîzan gengaz, lê gelek dijwar e. Ji ber ku organîzmayê bi xwe ve girêdane pirranî nexweş di tedawiyê de biser nakevin. Madeyên raxwarinê girêdanên psîkologîk, fîzyologîk, biyologîk û civakî çêdikin.

Alkol, heroîn, haşhaş ji psîkotropên bi xetere ne. Ji ber ku tevgera mirov diguherînin, bi qasî laş ziyanê didin jiyana civakî jî. Cigare, kafeîn hwd jî psîkotrop in, lê bi qasî yên didin ne bixetere ne.