Bijîşkî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bijîşkî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Bijîşkî , pizişkî, bijîşkarî, dextorî an jî nojdarî, zanist û kiryarkîkirina veniyasîn, çareserkirin û pêşgirtina ji nexweşiyan e. Ew hijmareka karên sexbêrîya saxlemîyê bi xwe ve digire ko armanca tevan hêlan û vegerrandina saxlemîyê bi rêya çareserkirin û pêşgirtina ji nexweşiyan e.

Pizişkî huner û zanist e. Ew bi hizaran salan e ko heye û di pirraniya vî demê dirêj da jî wekî huner bûye û bi rijdî bi dîn û felsefeyê ra dihat girêdan. Ji bo mînakê, kesê ko karê pizişkîyê dikir dibû ko giya ji bo merema çareserkirina nexweşiyan bi kar înaban û her di wê demê da jî ji bi nivêjan ji Xudê an xudêyan daxwaza çareserê kiriba. An feylesofekê pizişk bi xwînberdanê bizava çareserkirina nexweşiyan daba, ji ber ko bawerîyeka felsefî li cem wî hebû ko sedema nexweşîyan belxem in. Lê di van çend sed salên bihurî da pizişkî zêdetir wekî huner û zanist bi hev ra peyda bû. Hêşta jî dirûna birînekê wekî hunerekê destan e û pizişk dibê xwe li ser rabhînin, lê ka di astê şaneyan û gerdîleyan da çi diqewimin heta birînek sax ve dibit, hewcedara zanistî ye.

Pizişkîyên kevnar ên berê niha wekî pizişkîyên kevneşopî an pizişkîyên gelêrî dihên niyasîn. Her çend e ko ew êdî ne pizişkî bi xwe ne, lê gellek caran wekî tivavkerên karên pizişkîyê dihên dîtin û pizişkîyên berdêl anko tivavker ji wan ra dihêt gotin.

Dîroka bijîşkiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şaxên bijîşkiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]