Paqijkirina zimanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Purîzm hat beralîkirin)

Paqijkirina zimanî, xwerûkirina zimanî an jî pûrizma zimanî (ji latînî purus bi wateya "saf, xwerû, paqij"), ji jibartina regezên (peyv, îdiyom û hwd) biyanî li zimanan re tê gotin. Pêvajoyên purîstî li gelek welatan niha jî tên domandin.

Paqijkirina zimanî li Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurdnas Emîr Hesenpûr di konteksta pêşveçûyîna zimanê kurdî de li ser du-sê dilxwaz û tevgerên dîrokî li Kurdistanê disekine. Gorî wî yek ji wanan Elî Teremaxî ye. Ji ber ku Elî Teremaxî di Serfa Kurmancî de peyvên erebî yên termînolojiya rêzimanî bi yên kurmancî ve guherandiye (erebî: ism kiriye kurdî "nav"; erebî: nida kiriye kurdî "gazkirin" û hwd.)[1]. Di sedsala 19 û 20em de hinek helbestvan û zanyarên kurd (Celadet Bedirxan, Hecî Qadirê Koyî û hwd) dixwastin zimanê kurdî ji jêgirtên erebî, farisî û tirkî paqij bikin, belê mirov nikare van hewlan rasterast bi "pûrîzm"ê bi nav bike, ji ber ku parastina ziman û sentezkirina zimanê wêjeyî ji zarav û binzaravayên kurdî, ji bo van kesan giringtir bû.

Paqijkirina zimanî li Tirkiyeyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Tirkiyeyê, damezrekek bi navê Saziya Zimanê Tirkî heye, ya ku zimanê tirkî ji jêgirtinan paqij dike û jêgirtiyên di zimanê tirkî de bi neologîzman (nûbêjan) ve, yên ku ji ferhengoka zimanên tirkî tên çêkirin, diguherîne.

Di warê zimanê kurdî de ji xeynî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê tu saziya fermî tune ye, ya ku bala xwe dide ziman û pêşveçûyîna wî.

Her wiha binêhre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]