Here naverokê

Purîzma zimanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Purîzma zimanî, paqijkirina zimanî an jî xwerûkirina zimanî (ji latînî: purus bi wateya "saf, xwerû, paqij"), ji jibartina regezên (peyv, îdiyom û hwd) biyanî li zimanan re tê gotin. Pêvajoyên purîstî li gelek welatan niha jî tên domandin.

Purîzm li Kurdistanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurdolog Emîr Hesenpûr di konteksta pêşveçûyîna zimanê kurdî de li ser du-sê dilxwaz û tevgerên dîrokî li Kurdistanê disekine. Gorî wî yek ji wanan Elî Teremaxî ye. Ji ber ku Elî Teremaxî di Serfa Kurmancî de peyvên erebî yên termînolojiya rêzimanî bi yên kurmancî ve guherandiye (erebî: ism kiriye kurdî "nav"; erebî: nida kiriye kurdî "gazkirin" û hwd.)[1]. Di sedsala 19 û 20em de hinek helbestvan û zanyarên kurd (Celadet Bedirxan, Hecî Qadirê Koyî û hwd) dixwastin zimanê kurdî ji jêgirtên erebî, farisî û tirkî paqij bikin.

Purîzm li Tirkiyeyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Tirkiyeyê, damezrekek bi navê Saziya Zimanê Tirkî (tirkî: Türk Dil Kurumu) heye, ya ku zimanê tirkî ji jêgirtinan paqij dike û jêgirtiyên di zimanê tirkî de bi neolojîzman (nûbêjan) ve, yên ku ji ferhengoka zimanên tirkî tên çêkirin, diguherîne.

Herwiha binêre

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]