Here naverokê

Qanûna hişê çêkirî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Qanûna hişê çêkirî
Proposal for a REGULATION OF THE EUROPEAN PARLIAMENT AND OF THE COUNCIL LAYING DOWN HARMONISED RULES ON ARTIFICIAL INTELLIGENCE (ARTIFICIAL INTELLIGENCE ACT) AND AMENDING CERTAIN UNION LEGISLATIVE ACTS Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Digital policy
  • regulation of the European Union Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletYekîtiya Ewropayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Çêker
Mijara serekeJîriya çêkirî û regulation of artificial intelligence Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Qanûna hişê çêkirî yan jî qanûna zekaya çêkirî (bi îngilîzî: Artificial Intelligence Act) qanûneke Yekîtiya Ewropayê ye ku ji bo hişê çêkirî[ferhengok 1] (AI) hatiye amedekirin.

Qanûn li Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo hişê çêkirî çarçoveyeke rêzikî û qanûnî ya hevpar saz dike.[1] Qanûn di 21ê nîsana 2021ê de ji aliyê Komîsyona Ewropayê ve hatiye pêşniyarkirin ku di 13 adara sala 2024an de ji aliyê Parlamena Ewropayê ve hatiye pejirandin û di 21ê gulana sala 2024an de jî ji aliyê Komisyona Yekitiya Ewropayê ve bi pejirandinekê yekdengî hatiye pejirandin.[2] Qanûn, Lijneya Hişê Çêkirî ya Ewropayê saz kiriye ku pêşvebirina hevkariya neteweyî ya ji bo hişê çêkirî û bicih anîna rêziknameyê pêk bîne. Ger bikarhênerên wan di nav Yekîtiya Ewropayê de hebin mîna Rêziknameya Parastina Daneyên Giştî ya Yekîtiya Ewropayê qanûn dikare ji bo bikarhênerên ji derveyî Yekîtiya Ewropayê ku ji derveyî erdnîgariya Ewropayê ne were bikaranîn.[3]

Ji xeynî îstîsnayên sîstemên hişê çêkirî yên ku ji bo armancên leşkerî, ewlehiya neteweyî, lêkolîn û ne-profesyonel têne bikaranîn hemî cûreyên hişê çêkirî ku ji bo sektorên cihêreng têne bikaranîn di nav vegiriya qanûnê de ye. Wekê perçeyek rêziknameya hilberê qanûn mafan nade kesên kesane lê qanûn bikarhênerên sîstemên hişê çêkirî û saziyên ku hişê çêkirî di çarçoveyek profesyonel de bikar tînin birêve dibe.[3] Pêşnûmeya qanûnê piştî zêdebûna populerbûna sîstemên hişê çêkirî yên hilberîner ên wekî ChatGPT ku şiyanên mebesta giştî ne li gorî çarçoveya sereke ne. Yekîtiya Ewropayê qanûnên sinordar ji bo pergalên hişê çêkirî yên hilberîner ên mezin plan dike.[4]

Qanûn serîlêdanên hişê çêkirî li gorî xetereya wan a zirarê kategorîze dike. Çar ast hene - nepejirandin, bilind, tixûbdar (sinordar), hindiktirîn - û ji bo hişê çêkirî ya armanca gelemperî kategoriyek zêde. Serlêdanên bi rîskên ku nayên qebûlkirin di nav sinorê Yekîtiya Ewropayê de têne qedexe kirin. Pêdivî ye ku serîlêdanên bi xetereya bilind li gorî berpirsiyariyên ewlehî, zelalî û kalîteyê tevbigerin û di bin nirxandinên lihevhatinê de bin. Ji bo hişê çêkirî ya armanca gelemperî, hewcedariyên zelaliyê têne ferz kirin ku di dema xetereyên zêde hebin bi nirxandinên zêde têne ferz kirin.[5][6]

Ferhengok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Proposal for a Regulation laying down harmonised rules on artificial intelligence | Shaping Europe's digital future". digital-strategy.ec.europa.eu (bi îngilîzî). 21 nîsan 2021. Roja gihiştinê 24 gulan 2024.
  2. ^ Browne, Ryan (21 gulan 2024). "World's first major law for artificial intelligence gets final EU green light". CNBC (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 24 gulan 2024.
  3. ^ a b Mueller, Benjamin (4 gulan 2021). "The Artificial Intelligence Act: A Quick Explainer". Center for Data Innovation (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 24 gulan 2024.
  4. ^ "EU agrees landmark rules on artificial intelligence". www.ft.com. Roja gihiştinê 24 gulan 2024.
  5. ^ "EU agrees landmark rules on artificial intelligence". www.ft.com. Roja gihiştinê 24 gulan 2024.
  6. ^ "EU AI Act: first regulation on artificial intelligence". Topics | European Parliament (bi îngilîzî). 6 tebax 2023. Roja gihiştinê 24 gulan 2024.