Qaqlîbaz (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Qaqlibaz romaneke Richard Bachê ye.

Cûre: Roman

Nivîskar: Richard Bach

Wergerandin: Osman Ozçelik

Navê orjînal: Jonathan Livingston Seagull

Romana Qaqlibaz di sala 1994' an da hêla Osman Ozçelîk ta hatîye wergerandin û nav weşanên Firat da hatîye weşandin.

Roman ji 80 rûpelê pêk tê.

Ev roman di bergeha paşîn da aha hatîye nasandin:

Gernasê romanê derî adetê qaqlibazeke. Nivîskar bi jîyana qaqlibazekê bîr û baweriyên cîvatê rexne dike. û dide xûyan ku kevneşopî ne qasî ku mirov jê bitirse xurte. Bes bila mirov bizanibe çi dixwaze. Piştî eşkere kirina daxwazê rêyek li ber mirov dimîne. Şikandina tiştên ku jîyana cîvatê bi şûnde dikşîne. Ew jî bi xebatek bawerî û bê tirs dibe.

Qaqlibaz çi qas bilind difirin ewqas dûrtir dibînin. mirov jî çiqas fireh bifikire ewqas nêzî rastiyê dibe. Mirov bizanibe sînoran jî ser mejîye xwe rake, berê mejî paşê beden azad dibe. Û bi evîniyê digîhîje bihuştê. Em bawerên hûnê ji qaqlibaza Jonathan hez bikin.