Osman Özçelik
Osman Özçelik | |
---|---|
Jidayikbûn | 1952 |
Hevwelatî | Tirkiye |
Pîşe | |
Meqam | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Osman Ozçelik (bi tirkî: Osman Özçelik) (jdb. 1952 li Dêrika Çiyayê Mazî) nivîskar û siyasetmedarekî kurd û niha parlamenterê Sêrtê yê DTPê ye.[çavkanî hewce ye]
Di sala 1952an de li Dêrika Mêrdînê hate dinyayê. Dibistana seretayî û navîn li Dêrikê û lîse jî li Amedê xwend. Di sala 1975an de Zankoya Dermanfiroşiyê ya Zanîngeha Stembolê qedand. Piştî qedandina zanîngehê li Stembolê bi cih bû û dest bi karê dermanfiroşiyê kir. Di vê demê de di desteya rêveber a serokatî û endamtiya Odeya Dermanfiroşan a Stembolê de kar kir.
Siyasetmedar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ozçelîk di dema xwendekariya xwe de nasbûnî bi siyasetê kiriye û di nav DDKOyê de cih girtiye. Dema sekreteriya Odeya Dermanfiroşan a Stembolê dikir di nav damezrînerên HEPê de cih girt û serokatiya rêveberiya Stembolê ya HEPê kir.
Piştî ku HEP hat girtin wek endamê damezrîner û cîgirê serokatiya DEPê cihê xwe girt. Ozçelîk bi rêzê ve HADEP, DEHAP û DTPê de bênavber siyaset kir û di asteke bilind de rayedariya van partiyan jî kiriye.
Nivîskar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ozçelik demek dirêj e ku di rojnameya Azadiya Welat de qunciknivîsiyê dike. Li ser helbestvanê kurd Cegerxwîn jî lêkolîneke wî heye û herî dawî li ser romanekê dişixule.
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ozçelik xwedî pirtûka bi navê Kulîlkên Qeşayê ye.
Wergêr
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Qaqlîbaz a Richard Bach
- Rojek ji jiyana Îvan Denîsovîç a xwedî xelata Nobelê Aleksandr Soljenîtsin. Vê pirtûkê xelata wergerê girt.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gotara ji bo siyasetmedarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |