Qezaya keştiya fezayê ya Challenger

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Qezaya keştiya fezayê ya Challenger
  • Aviation accident
  • launch failure Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
28°38′Bk 80°17′Ra / 28.64°Bk 80.28°Ra / 28.64; -80.28
DewletDewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hejmara miriyan
  • Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Qezaya keştiya fezayî ya Challenger yan jî Felaketa Challengerê qezayeke ku di 28ê çileya paşîna sala 1986an de keştiya fezayê ya Challenger 73 çirke piştî firîna xwe ji hev perçe dibe û bi perçebûna keştiyê re her heft esmangerên (astronot) di keştiyê de jiyana xwe jidest dane. Keştiya fezayê 14 kîlomêtre li ezmanê Okyanûsa Atlantîkê, li ser peravên Cape Canaveral a li Florîdayê demjimêr di 11:39ê dana sibê EST (16:39 UTC) belav dibe. Ev yekem qezaya kujer e ku keştiyeke fezayê ya amerîkî di dema firînê de perçe dibe.

Mîsyona bi navê STS-51-L, firîna dehem a amûra rêgeha cîhanê û firîna bîstûpêncem a fîloya keştiya fezayê bû. Bi vê firînê diviyabû dema ku esmanger li rêgeha cîhanê bûn peykek ragihandinê bi cih bikin û lêkolîn kirina stêrka Halley pêk bînin, ji bo bernameya mamosteya dibistanê li fezayê, mamoste Christa McAuliffe bibin fezayê. Ji ber ku medyaya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê eleqeyeke zêde dide vê mîsyonê, ev qezaya ku firîna keştiya fezayê pêk tê li Dewletên Yekbûyî bi awayeke zindî li gelek dibistanên Dewletên Yekbûyî hate temaşekirin.

Parçeya cihê esmangeran, bermahiyên mirovan û gelek perçeyên din ên keştiyê piştî xebateke lêgerînê û xelaskirin ya sê mehan ji binê okyanûsê hatin derxistin. Dema rast a mirina esmangeran ne diyar e lê tê texmîn kirin ku çend endamên komê ji perçebûna destpêkê ya keştiyê xilas bûne û piştre jiyana jidest dane. Pergala revê ya amûra rêgehê tine bû û perçeya cihê esmangeran bi zextek pir tund li rûyê okyanûsê ketiye ku îhtîmal nemaye ku endamên komê ji sax bifilitin.

Piştî vê karesatê 32 meh bernameya Gera Fezayê ya Dewletên Yekbûyî radiweste. Serok Ronald Reagan Komîsyona Rogers ava kir ku qezayê lêkolîn bike. Komîsyon çanda rêxistinî ya NASAyê û pêvajoyên biryargirtin a ku bûye sedema qezayê rexne kir. Daneyên ceribandinên ji sala 1977an vir ve xeletiyeke potansiyel a felaketê di xelekên O-ya SRBê de destnîşan kiriye lê ne NASA û ne jî hilberînerê Morton Thiokol vê kêmasiya naskirî çareser nekiribûn. Rêveberên NASAyê jî guh nedane hişyariyên endezyaran ên di derbarê xetereyên avêtina di hewaya sar de û van fikarên teknîkî ji berpirsên xwe re rapor nekiribûn.

Paşperdeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Keştiya fezayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Keştiya fezayê keştiyeke fezayî bp ku bi qismî ji nû ve dihat bikaranîn û ji aliyê Rêveberiya Hewayî û Fezayê ya Neteweyî ya DYA (NASA) ve dihat xebitandin. Ev yekem car bû ku keştiyek fezayê di nîsana sala 1981ê de berjor dibe ku ji bo lêkolîna li rêgeha cîhanê , xebatên bazirganî, xebatên leşkerî û ji bo xebatên zanistiyê dihate bikaranîn. Di dema firînê de keştî ji xeynî koma esmangeran û amûrên lêkolîna rêgehê ji tanka derveyî (ET) û ji du bihêzkarên roketên hişk (SRB) pêk dihat. Amûrê lêkolîna rêgehê wesayiteke ku ji nû ve tê bikar anîn ku bi awayeke tîkane ber bi jor ve tê şandin û di dema vegera dinyayê bi per e ku wekê glîder (planor) ber bi jêr ve tê xwarê. Di dema bernameya keştiya fezayê de 5 amûrên rêgehê hatine çêkirin. Challenger (OV-099) amûra cardin bikaranîna duyem bû ku piştî veguheztina amûrê hatibû çêkirin. Amûra rêgehê beşa cihê koma esmangeran vedihewand ku kom bi giranî li seranserê dema erka xwe tê de dijiyan û xebatên xwe berdewam dikirin.

Dema ku amûr dest bi firînê kir amûr bi ET ya ku sotemeniya SSMEyan digirt ve girêdayî bû. ET ji tankek mezin ji bo hîdrojena şil (LH2) û ji tankek piçûk ji bo oksîjena şil (LOX) pêk dihat ku her du jî ji bo xebitandina SSMEyan hewce bûn. Lo gorî planê piştî ku sotemeniya ETyê (tanka amûrê) hate xerckirin, ET ji amûrê vediqete û ji nû ve dikeve atmosferê û di atmosferê de di dema vegerê de dê ji hev biqete û perçeyên tankê li Okyanûsa Hindî an Pasîfîkê bikeve xwarê.

Du bihêzkarên rokêtên zexm (SRB) ku aliyê Morton Thiokol ve hatibûn çêkirin, di dema hilkişînê de piraniya hêza roketan bidest dixistin. Her du roket bi tanka derveyî ve girêdayî bûn û di du çirkeyên pêşîn ên firînê de hatine xebitandin. SRB piştî ku sotemeniya xwe xerc kirin ji amûrê veqetiyan û bi alîkarîya sîwaneyê (pereşût) ketin Okyanûsa Atlantîkê. Tîmên vegerandinê ya NASAyê SRBê vegerandin û birin Navenda Fezayê ya Kennediyê, li wir ji hev veqetandin û pêkhateyên SRBê ji nû ve ji bo firînên pêşerojê de hatin bikar anîn. Her SRB di çar beşên sereke de li kargeha li Utah hate çêkirin û ji Navenda Fezayê ya Kennedî yê (KSC) re hate şandin. Piştre li Avahiya Montaja Wesayîtê (KSC) bi sê hevgirêdanên qada tang û çetelê hatiye montaj kirin ku her movikek ku ji beşê jorîn tengek pêk tê ku dikeve nav kulma beşa jêrîn. Her girêdanek qadê bi du xelekên O-ya Viton-lasûk li dora dora SRBê hatiye dorpêçkirin û xwedan qalindiyeke 7,1 mm yê bû. Pêwîst bû ku xelek germ, gazên bi tansiyona bilind ên ku ji hêla pêlên hişk ên dişewitîne ve têne hilberandin, bihewînin û destûr dida ku SRByê ji bo mîsyonên komê were nirxandin. Du xelekên O-yê hatine mîheng kirin ku gasgeteke du xelekî bê çêkirin û valahiya ku di navbera her dû beşan de ye bi mecunê hatine tije kirin. Dema ku motor dixebitîn ev veavakirin hate sêwirandin ku hewayê di nav valahiya li hember O-xeleka jorîn bide sekinandin. Li ser lîsteya yiştên krîtîk ên SRB, O-ring wekî krîtîka 1R hatine navnîş kirin ku destnîşan kiriye ku têkçûna O-ring dikare bibe sedema perçebûna wesayitê û bibe windakirina jiyanê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]