Qirimçaq

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Qirimçaq
Gelhe tevahî
2.500[1]
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne
 Îsraêl1.200[2]
 Ukrayna400[3]
 Rûsya900[4]
Ziman
zimanê qirimçaqî
Baweriya dînî
cihûtî

Qirimçaq, Qirimçax (bi qirimçaxî: кърымчах, qrimçax (yekj.), кърымчахлар, qrimçaxlar (pirj.)) komeke tirkî e ku bi eslê xwe ji Krimê ye û cihûtiyê dikin û bi zimanê tirkiya qirimçaqî diaxivin. Ew her tim li kêleka cihûyên tirk ên qarayim dijîn.[5]

Kevneşopî û ziman[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Karên kevneşopî yên qirimçaqan çandinî, bazirganî û rezvanî bûn. Cil û berg û kevneşopiyên qirimçaqan dişibin yên Qarayim û Tatarên Kirimê yên nêzîk û hetta dişibin civakên Tirkên Asyaya Navîn ên wekî Qazaxên.[6][6]

Qirimçaq bi rengekî teteriya Krîmê diaxivin, jê re qirimçaqî tê gotin. Berî êrîşa Sovyetê ya Ûkraynayê, qirimçaq duzimanî bûn: ew qirimçaq diaxivin û di heman demê de îbranî ji bo jiyana xwe ya dînî bi kar anîn. Qirimçaq piştî ku rûsan axaftina zimanê xwe qedexe kir dest bi windakirina zimanê xwe kirin. Niha jî bi avakirina dibistanan li Ûkrayna, Tirkiye, DYA û Îsraêlê hewl didin zimanê xwe vejînin. Tewrat û pirtûkên cihû yên din li zimanê wan hatine wergerandin.[6] Gelek taybetmendiyên zimanî yên qirimçaqan di zimanên din ên tirkî de jî hene.  Bi ser de, tê de gelek peyvên îbranî û aramî hene û di eslê xwe de bi tîpên îbranî, niha bi tîpên kîrîlî û latînî hatiye nivîsandin.[7]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kizilov, M. Krymchaks: Modern situation of the community. "Eurasian Jewish Annual". 2008
  2. ^ "Михаил Кизилов. Крымчаки: современное состояние общины". Ji orîjînalê di 17 çiriya pêşîn 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2015.
  3. ^ "Krymchaks". www.encyclopediaofukraine.com. Roja gihiştinê 5 sibat 2023.
  4. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 30 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 sibat 2023.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  5. ^ "Krymchaks". www.encyclopediaofukraine.com. Roja gihiştinê 5 sibat 2023.
  6. ^ a b c Akiner, Shirin (1986). Islamic peoples of the Soviet Union : with an appendix on the non-Muslim Turkic peoples of the Soviet Union : an historical and statistical handbook (Çapa 2). London: KPI. r. 433. ISBN 0-7103-0188-X.
  7. ^ Ianbay, Iala (2016). Krymchak Dictionary. Wiesbaden: Harrassowitz Verlag. rr. IX–XIV. ISBN 978-3-447-10541-5.