Qirix, karîkatûr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Qirix

Qirix navê rêzekê karîkatûran a Dogan Guzel e.

“Qirix” bi wateya xwe ya din “Pêxwasê Amedê”, bi karekterên Keko, Siyasî Abê, Dewê, Hacî Silêman, Feyzo û hwd. ku heryek bi serê xwe xwedî karekterên cûdane, bûyerên siyasî û yên civakî yên serdema tê de bi zimanekê ku herkes fêhm bike tîne ziman.

Gelek xwendevanan di serdema rojnameyên Özgür Gündem û Özgür Ülke de tenê ji ber karîkatura “Qirix” rojname dikirîn, gelek xwendevanan pêşiya li sernivîs û naveroka rojnameyê binêrin, wan dîrekt çav li Qirix digerand. Sedemê wê yekê ew bû ku herkesî xwe û derdora xwe di nava Qirix de nedidît.

Gelek caran sedemê berhevkirina rojnameyên navderbasbûyî ji hêla dadgehên tirkan ve naveroka karîkaturên Qirix bû. Afirenêrê karîkatura Qirix, Dogan Güzelses wextek dirêj ji ber Qirixa xwe hate girtin û di cîhanê de yekem car bû ku karîkaturîstek ji ber karîkaturên xwe dihate girtin.

Karîkatura Qirix ji hêla televizyona yekem ya kurdan Med TV ve jî mîna rêzefîlm hate kişandin lê belê wê rêzefîlmê nekarî serkeftina karîkaturê bi dest bixe.

Piraniya karîkaturên Qirix ji hêla weşanxeneya Avesta û ya Mezopotamya ve mîna pirtûk hatin weşandin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • celadet.com