Özgür Ülke

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Özgür Ülke, rojnameyeke ye ku ji 1994 ta 1995 weşan kir. Di 2ê kanûna paşîn a sala 1995an de bi biryarê dadgehê hat girtin.

Rojnameya Özgür Ülke di 28`ê nîsana sala 1994ê de dest bi weşanê kir. Di 3ê mijdara sala 1994 an de, navenda rojnameya Özgür Ülke ya Stenbolê hat bombe kirin û xebatkarê rojnamê Ersîn Yildiz jiyana xwe wenda kir. Mina ku sansur kirin û qedexe kirina belav kirina rojnamê, an-jî bi sedan dawe vekirina li dijî nivîsên rojname ne bes be, gelek xebatkarên wê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin revandin û kuştin. Rojnameya ku di şertên legal de dihat weşandin, di şertên ilegal de dihat xwendin.

Li beramberî ewqas astengî û zordariyan, rojname weşana xwe berdewam kir, lê belê hêzên dewletê vê yekê tehemûl nekir û ew bombe kirin. Di encamê de, hemû avahiya rojnamê şewitî, kompitur nedihatin xebitandin, lê belê xebatkaran dev ji karê xwe bernedan, hemû nûçeyên xwe berhev kirin û roja mayîn rojnamê careke din weşandin.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]