Qirtîş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Qirtîş
Serdemên hebûnê: Early Jurassic – Serdema nû, 199–0Ma
rekora Late Triassic derîmkan.
Ejdiya birî ya navîn, Pogona vitticeps
Ejdiya birî ya navîn, Pogona vitticeps
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Binebeş: Binêre Dabeşandina Qirtîş û marmarokan.
Joreçîn: Tetrapoda
Çîn: Reptilia
Bineçîn: Diapsida
Kom: Squamata
Binekom: Lacertilia
Günther, 1867
Belavbûna hemû cureyên qirtîş û marmarokan
Belavbûna hemû cureyên qirtîş û marmarokan
Famîle

Binêre Dabeşandina Qirtîş û marmarokan.

Girêdanên derve
Commons-logo.svg Di Wîkîmedya Commonsê de medyayên derbarê Qirtîş ve hene.
Wikispecies-logo.svg Di Wîkîcureyê de detayên derbarê Qirtîş ve agahiyên taksonomî tên dîtîn.


Qirtîş navê hemû xijendeyên di binkoma qirtîşan (bi latînî, Lacertilia) e. Kurd li xijendeyî ku navê wê zanistî, (Crocodilia), re dibêjin qirtîşa avê lê bi zanistî ev ne cureyekî qirtîşan e. Li Kurdistanê gelek cureyên qirtîşan hene:

  • Apapik (lat. Gekkonidae) qirtîşek pir biçûk e, reşik e. Li quncên malan tê dîtin. kelmêşan dixwe. Dengî xwe wek 'niç niç niç' e.
  • Axwêran, qirtîşeka sût a keskengî ye, daximê reşengî li her hêlê zik hene. Axwêran qirtîşeka zirav û drêj e; yê çapik e.
  • Sûsmar (Agamidae) û jê cinsa Gumgumok, qimqimok ku sûsmarek e biçûk yê sorengî ya ser pan e. Tim xwe di bin keviran da dikemişîne weke gumgumoka gawiran (Lat. Laudakia stellio) sûsmarek e reş ya girniş girnişî ye. Li ser daran û keviran tê dîtin. Tim serî xwe radiku jer da û jor da hêldike.
  • Qirtîşê Zer, qirtîşeka sût a zerengî ye. Ji axwêranê mezintir e. Boçê xwa yê qut e. Li derê bi qûm tê dîtin. Bi taybetî li ber çemî Ferat tên dîtin.
  • Margîse,têrtêre an pîreka melekdas (lat. Chamaeleonidae) cureyekî qirtîşan ya ku rengî xwe diguherînî ye.

Ji navên cins û cureyên qirtîşan:

Dabeşandin[biguherîne]

Sûsmarek li Dîlokê
Nêzî serê Rhineura

Binekoma qirtîşan Lacertilia (Sauria)

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]

Wîkîferheng Wîkîferheng: qirtîş – Wate, Etîmolojî, Hevwate, Werger