Binkom

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Binkom
  • Binary relation Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
"A binkomeka B ye" an em dikarin bibêjin "B serkomeka A ye".

Di matematîkê da, bi taybetî di bîrdoza komê da, koma A binkomeka koma B ye heger A di hundira B da cih bigre. Dibe ku A û B wekhev (yeksan) bin. Heger A û B yeksan bin (herdu xwedî heman endaman bin), heryek binkoma ya dine.

Pênas[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heger A û B herdu "kom" bin, û her endamekî A endamê B jî be, wê demê:

  • A binkoma B ye, û tê nivîsîn: ,
an bi awayekî hevseng:
  • B serkoma A ye, û tê nivîsîn:

Heger A binkoma B be, lê A û B neyeksan bin (herî kêm yek endamê B di A da nebe), wê demê:

  • A binkoma rast (an jî misoger) a B ye, û tê nivîsîn:
an bi awayekî hevseng:
  • B serkoma rast (an jî misoger) a A ye, û tê nivîsîn:

Nimûne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Koma {1, 2} binkomeka rast a koma {1, 2, 3} e.
  • Her komekê binkomeka xwe ye, lê ne binkomeka rast.
  • Koma vala, ku nîşana wê e, binkoma her komeka dine. Koma vala bo her komeka din (ji bilî xwe) herdem binkomeka raste.
  • Koma hejmarên xwezayî yek ji binkomên koma hejmarên rasteqîn e.