Qonaxa Cemîl Paşa

Qonaxa Cemîl Paşa avahiyeke dîrokî ya bajarê Amedê ye.

Qonaxa Cemîl Paşa di navbera sala 1887 û 1889'an de ji aliyê Ehmed Cemîl Paşa ve hatiye çêkirin. Di navbera sala 2010 û 2013'an jî ji hêla şaredariya mezin a Amedê ve hatiye restorekirin. Ev qonax îro wekî 'Muzexaneya Bajêr a qonaxa Cemîl Paşa' tê bikaranîn.

Malbata Cemîl Paşa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ehmed Cemîl Paşa di sala 1837'ê de li Amedê jidayikbû û jiyana xwe di sala 1902'ê de jidest da.

Malbata Cemîl Paşa ku xwediyê dîrokeke 400 salî ye bandoreke mezin da ser siyaseta herêmî ya bajêr. Gelek zanyar, ronakbîr û lêkolîner ji vî malbatî derketine û roleke mezin ji bo jiyana siyasî ya bajêr lîstine. Lê piştî berxwedana Şêx Seîd a di sedsala 20'mîn de malbata Cemîl Paşa ji Tirkiyê hate koçkirin. Malbat bi vî havî li gelek deverên cîhanê belaw bû, lê li surgunê jî berdewama karên xwe yěn siyasî kir. Wek mînak, Ekrem Cemîl Paşa û Kadrî Cemîl Paşa li Sûriyê bi çend rêhevalên din rêxistina kurdperest a bi navê Xoybûn damezirandin. Herwiha, wan di nava xebatên standarzîzekirina alfabeya kurmancî de jî gelek çalak bûn.