Here naverokê

Qulek

Qulek
Nexşeya navçeyan
Qulek li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Qulek
Qulek
Qulek (Tirkiye)
Kargêrî
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Qonye
Demografî
Gelhe 51.314 (2013)
Erdnîgarî
Rûerd 2 880 km²
Bilindayî 989 m
Koordînat 39°05′24″Bk 33°04′51″Rh / 39.0901°Bk 33.0807°Rh / 39.0901; 33.0807
Dem (UTC) UTC+03.00 (UDAZD)
Agahiyên din
Koda postayê 42950
Koda telefonê 332
Malper http://kulu.bel.tr/

Qulek an Quleq, navçeyeke bi ser parêzgeha Qonyeyê ye ku yek ji navçeyên Kurdên Anatolyaya Navîn e ku li gelek gundên navçeyê û li navenda navçeyê hêjmarek girîng Kurdên Anatolyaya Navîn dijîn.

Li navenda navçeyê hêjmarek zêde Kurd lê dijîn. Bi Kurdan re koçerên tirk (bi tirkî: yörük) li navçeyê dijîn. Kurdên navçeya Qulekê, ji eşîra şêxbiziniyan e û ku 3 gundên şêxbiziniyan hene. Aşîra din ê li navçeyê eşîra reşwanê (reşî) ku 27 gundên reşiyan li navçeyê hene. Kurdên heremê hejmarek zêde koçê welatên curbicurên Ewropayê bûne.

Qulek, navçeyek li herêma Anatolyaya Navîn e ku navçe xwedî xwezayî ya taybetmendiya Anatolyaya Navîn e Navçe li ser rûerdeke fireh hatiye avakirin. Li rojava yê navçeyê Çiyayê Qerejdaxê cih digire. Navbera Qulekê û Qonyeyê 150 kîlomêtre û navbera Qulekê û Enqereyê jî 96 kîlomêtre ye. Her çiqas navçe yek ji navçeyên Qonyeyê be jî navçe zêdetir nêzîkî Enqereyê ye.

Gund û bajarok

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gund û bajarokên Kurdan ev in.

Gotarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]