Rêberên êzdiyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Rêberên êzdîtiyê, bi awayê pêşketina wê re mirov karê weha li gor bi rê ve çûna wê bêne ser ziman. Hiyerşiya wê di jiyane de bi vî rengî mirov karê wê bêne ser ziman.

Rêberên êzdiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mîrê Şêxan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nûneriya saziyamîrîtiyê ji aliyê kesên ku ji malbata Şêx Adî ne ve tê kirin. Ji hoza Kataniyan in. Ji malbata Ebûbekir in. Rayeya wî ya hilbijartina Babê Şêx heye. Gera Tawus bê destûr û biryara Mîr pêk nayê. Bi kurtasî Mîr berpirsiyariya tevahiya karan digire ser milên xwe. Mirov dikare bibêje ku Mîr serokê tevahiya Êzîdiyan e.

Pêywîrên wî ev in: Ji tevahiya êzdiyên cîhanê re serokatiyê dike û nûneriya wan dike.

Ciyên pîroz ava û nû dike, bexşên ku ji bo Laliş û Tawus tên kirin, li hev datîne û ji bo ciyên pîroz bi kar tîne.

Bi kesên xizan û hewcedar re dibe alîkar.

Pirsgirêk û nexweşiyan çareser dike.

Babê Şêx[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev kes serokê ruhanî ye. Alîkarê Mîr e. Divê ku ji malbata Êzdînemirê lawê Şêx Fexredîn be.

Pêywîrên wî ev in:

Divê salê du caranli gundên êzîdiyan bigere û pirsgirêkên wan çareser bike, ji guhdarkirin,şiyarkirin û hwd. berpirsiyar e.

Destnîşankirin ûpeywirdar-kirina peywirdarên olî.

Girtina Rojiya ÇilêHavînê û Çilê Zivistanê.

Ji lidarxistinacejn û serlêdanên Perestgeha Lalişê, peytandin û birêvebirina merasîmanberpirsiyar e.

Babê Şêx cilên spîli xwe dike û ristê girêdide… (…) guneh e ku Babê Şêx şerabê vexwe. Divê kuberî bibe Babê Şêx bizewice. Ku here ser dilovaniya xwe mezinên êzîdiyan ûcivata ruhaniyan li hev dicivin û Babê Şêx ji nû ve hildibijêrin. Di rojêntaybet û cejnan de di civata Şêx Fexredîn de li ser secadeyeke pîroz rûdinê.

Şêxê Wezîr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji hoza Şemsaniyan e. Ji malbata Şêx Şemsan e. Loma jî di civata ruhanî ya Şêx Adî de semajenek e.

Pêşîmam[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji êla Adaniyan e. Ji malbata Şêx Hesen e.

Şêx[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Peywîra wan birêvebirina merasîmên cenazeyan e û êzîdiyan di derheqê pêşketinan de agahdar dikin. Ligel vê yekê şêx ji berhevkirina zikatê jî berpirsiyar e. Ew ji bo zikata ku dane hev li saziyan belav bikin rêxistinê pêk tînin. Cilên spî li xwe dikin, kumê reş didin serê xwe şaşikeke sor didin dora kum. Şêx ji êla Adanî, Şemsanî û Kataniyan tên hilbijartin. Şêxên ku ji Adaniyan in: Melik Şêxsin, Şêxmûsê Sor, Şêx Şerefedîn, Şêx İbrahîm, Şêx Zendîn, Şêxmûsê Enzel… Ji malbata Şêx Adî ne. “ Şêxê Çil Şêxa” pileya herî bilind a şêxan e.

Şêxên ku ji Şemsaniyan in: Şemşelah, Şêx Fexredîn, Şêx Nasirdîn, Şêx Sicadîn, Melîk Amadîn…Ji malbata Şêx Şems in. Bavikê şêxan ê herî mezin e.

Şêxên ku ji hoza Kataniyan in: Şêx Abdulkadîr, Şêx Îsmaîl… Ji malbata Şêx Ebûbekir in.

Babê Gavan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji binemilê Amadîne. Di cejnan de li civata Melîk Fexredîn rûdinên. Li gundan digerin, rêzikên olî vedibêjin, şîretan dikin.

Babê Çawîş:

Cihê wî her tim perestgeha Lalişê ye. Bi karê perestgeha Lalişê re mijûl dibe. Cilên spî li xwedike. Qet nazewice. Xwe dide xizmeta Şêx Adî û Lalişê.

Pîr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di merasîmên olî de alîkarê şêxan in. Rê û rêzanê bi ber êzîdiyan dixin. Ev peywîra wan e. Ji aliyê hurmetê ve piştî şêxan tên. Di şûştina cenazeyan de avê li destê şêxan dikin.

Qewal[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bêjeya Qewal Sumerî ye. Awayê resen Kalo ye. Wateya wê mirovê oldar e ango “Zilamê oldar ê rûspî” hîna jî di nav êzîdiyan de tê gotin.

Peywira qewalan; di cejnan de li Lalişa Nûranî ligel amûrên muzîkê gotina beyt û qewlan, gund bi gund gerandina tawus û berhevkirina zikatê. Qewal biçin ku derê bi hurmet tên pêşwazîkirin. Her sal li qadên ku diçinê bi kesên ku nikaribûne bên Lalişa Nûranî re sohbet dikin. Armanca wan ew e ku bi rêya vê sohbetê baweriya wan nû û hêzdar bikin. Bi karê defnkirina miriyan re mijûl dibin û şînê digerînin.Qewal ji çîna murîdan in. Serekê qewalan ji cimaeta ruhaniyan e. Qewal li gundê Başika û Bahzanê dijîn.

Feqîr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xirqeya reş li xwe dikin. Şaşika reş li serê xwe girêdidin. Wextê xwe bi piranî ji dua, îbadet û weazan re vediqetînin. Her tim di nava civakê de digerin û pirsgirêkên civakîyên ku derdikevin çareser dikin. Feqîrî ji bavan derbasî lawan dibe û her feqîr xirqeya pîroz ku li xwe dike heta mirinê dernaxe.

Feqra[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jina oldar a ku zewac li xwe heram kiribe ye. Li Lalişê dijî. Li perestgehê qendîl û tiştên wek fitîlên qendîlê çêdikin. Jê re Dayê Kebanî, Dadê tê gotin.

Koçek[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Derwêşekî oldar e. Ev nav ji peyvên “Guh” û “çak” pêk hatiye. Kesekî ku razên olî bi dest xistiyeye. Şîretan li gel dike weazan dide û wan perwerde dike. Ji nav kesên ku ji gelek aliyên Kurdistanê hatine û li Lalişê niştecih bûne tên hilbijartin. Koçek ji kesên ku tirba Şêx Adî diparêzin re serokatiyê dikin. Bi qewalan re sembola Melekê Tawus a çarmil a tûncîn û bi meşaleyên ku ji çirayan hatine çêkirin li gundan, li nav gel digerînin. Û bi vî awayî gel li dora baweriya êzîdîtiyê dicivînin. Ji bilî vê temamkirina her cure pêdiviyên Lalişa Nûranî jî di nav peywîra koçekan de ye.

Neqîs[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji pîrên Hecî Eliyan in.

Xilmetkar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tê wateya xizmetkar. Xizmetên perestgehê pêk tîne. Bi paqijî, spîkirina qubeyê û hwd. re mijûl dibe. Bi amadekirina donê olî û pîroz re mijûl dibe. Xilmetkar bêtirîn ji gundên Başîk û Bahzan tên vê xizmetê dikin.

Mîr Hac[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji milên Mîran êjêr e. Bi merasîm û peywîrên olî yên têkildarî cejna qurbanê re mijûl dibin.

Micêwir[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji tirbên li gundên êzîdiyan û Lalişê berpirsiyar in.

Biryarên têkildarîcivata êzîdiyan meclîsa ji 6 kesên ruhanî Mîr, Babê Şêx, Şêx Wezîr, Peşîmam, Babê Gavan û Qewal pêk tê, didin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]