Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, (Amnesty International-AI), saziyek civakî ye ku mafên mirovan û Danezana Gerdûnî Ya Mafên Mirovan diparêze ye. Ev sazî di heman demê de li dijî, cezaya ramanê, cezaya îdamê, êşkence û sûcên siyasî jî ditekoşe.

Amnesty International di sala 1961'an de bi hewldana parêzerekî îngilîz ku ji bona serbestberdana du xwendekarên portûgalî ku ji bona ramanên xwe hatibûn cezakirin ve hate avakirin. Ev tevger ji bo mafên mirovan li her derê cîhanê kampanyayan dide meşandin. Ji hemû hikumetan, ji hemû bîrdoziyên sîyasî û berjewendiyên aborî û olan, serbixwe ye. Xebatên wê girêdayî lêkolînên terwende û standartên civaka navneteweyî ye. Rêkxistin li hember hedîseyên binpêkirina mafên mirovan, aktivîstên xwe yên dilxwaz yên li her derê cîhanê dixe tevgerê.

Sekreterên Giştî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]