Rêzeçiyayên Munzûrê
| Rêzeçiyayên Munzûrê Rêzeçiyayên Mercanê | |
|---|---|
Ji Deşta Erzînganê dîmenek ji Rêzeçiyayên Munzûrê. | |
| Bilindayî | 3.300 m |
| Dirêjayî | 130 km |
| Cih | Dêrsim, Bakurê Kurdistanê |
| Koordînat | 39°26′Bk 39°05′Rh / 39.43°Bk 39.08°Rh |
|
Nexşeya cihan Bakurê Kurdistanê
| |
| Cure | Tektonîk |
Rêzeçiyayên Munzûrê rêzeçiyayeke Bakurê Kurdistanê ye ku di navbera Herêma Dêrsimê û Parêzgeha Erzinganê de ye ku di navbera navçeyên Kemax, Îlîç, Egîn û Pilûrê de ye. Munzûr xwedî rûerdekî berfirehe ku qadeke bi qasî 3000 km² rûerd vedigire. Rêzeçiya di çanda kurdî de bi taybetî li Herêma Dersimê di warê baweriyê de ciheke taybet e.
Di roja îro de li Çiyayên Munzûrê Parka Neteweyî ya Geliyê Mûnzûrê heye.
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Rêzeçiyayên Munzûrê li hember navçeya Egînê, li ser Gelîyê Ava Reş bilind bûye ku piştî dirêjayîyek li dor 100 kîlometreyan xwe digîhêjîne ser Çiyayê Mercanê ku beşeke ji rêzeçiyayên Munzûrê ye. Lê ne ewqas fireh e. Di navbera Pilûr û Gamaxê de firehîya Munzûrê ji 30 kîlometreyan derbas nabe. Bilindayî li her deverê ji 2.500 mêtreyan bilindtir e.[1] Li rêzeçiyayên Munzûrê gelek dirûv (şikil) û golên ji ber helandina berfê çêbûne hene. Çiyayên bilind ên ku di nav rêzeçiyayên Munzûrê de ne ev in: Çiyayê Geşo (3.111 m.), Çiyayê Fîkîrîk (3.262 m.), Girên Jarê (3.071 m.), Çiyayê Serêgolê (3.239 m.), Çiyayê Qatiro (3.129 m.) û Çiyayê Xewaçûr e.
Avhewa
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Munzûr di piraniya salê de bi berfê nuxumandîye. Ji ber bilindahiyê baran û berfa Munzûrê pir zêde ye. Di demsalên bihar û payîzê de ewr li ser vî çiya kêm nabin, di demsala havînê de jî baran dibare. Li bakurê vî çiyayî di havînê jî berf tê dîtin û gelek gol û goltik hene.[2] Golên sereke ev in: Qeregol, Gola Çîmê, Gola Berxan û Gola Sor e.
Binerê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "MUNZUR DAĞLARININ JEOLOJİSİ". eticaret.mta.gov.tr. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2023.
- ^ "Munzur Dağları'ndaki Karagöl, doğal güzelliğiyle doğaseverleri ağırlıyor". www.aa.com.tr. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2023.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Rêzeçiyayên Munzûrê de hene