Rêzimana kurmancîya rojavayê
Rêzîmana kurmancîya rojavayê gorê rezîmana kurmancîya standardê, ku li Wîkîpediyayê bi zimanê kurdî îstîmal dibe, bi ferq e. Di morfolojî, gramatîk, fonolojî û hîn pir tişta da gelek ferq hen, lê kurmancîya rojavayê nê yek e, bin vî pirtir ferq hen, mesela bi lehçê reşwanî û canbegî. Li vê sayfê, reşwanî ornekekê dibe.
Fonolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bi kurmanjîya rojavayê, fonolojî gorê kurmancîya standardê bi ferq e. Vida ornekna ji we tê limandin:
b > w, na ber konsonantê b’yê vokalekê heye.
- Ebbas > Ewwas (nav)
- Ra bûn > Ra wûn
- Nabe > Nawe
i > e, na “i” normaldê ber b’ya “w” bû xerse, ew dibe “e”
- Ez dibim > Ez dewim
- Ez ra dibim > Ez ra dewim
e > ê, li şunê personê 3’ya yekjimar.
- Ew dike > Ew dikê
- Ew nake > Ew nakê
n > m, li prêfîksa impêratîfê
- Neke! > Meke!
- Nexwe! > Mexwe!
- Negirî > Megirî
xw > x, pirî a Reşwanî ver dikin
- Ew xwar > Ew xar
- Ez dixwim > Ez dixim
xwe- > xû-, xa-, tek di hena navdêr da
- Xwedê > Xûdê, Xadê
- Xweng > Xûng, Xang
- Xweş > Xûş, Xaş
- Nexweş > Nexaş (nexûş ne tê gotin)
Pirî ferqa din hene.
Peyv
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Insana kurmanca rojavayê gelek pir peyvan tirkî îstîmal dikin. Mesela li şunê “îstîmal dikin”, “qulemîş dikin” tê gotin. Navê heywana, mêyva, hewa û îlmî pirî jî tirk in. Sebeba vîyê çiye? Cewabekê tenê tine, ema sebebekê, ku ana pirî çobanin, û lima pirî peyva kurdî nê lazim dibe.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |