Ramanên Qeşmerekî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ramanên Qeşmerekî (Ansichten eines Clowns) romaneke nivîskarê navdar ê Alman Heinrich Böll e, Heinrich Böll herwiha xelata nobelê ya wêjeyê jî stendiye.

Ev Roman cara yekem di Süddeutsche Zeitung de hate weşandin û bû sedema nîqaşên dijwar. Roman di sala 1963'an de bi tevahî weke romanekê hate weşandin. Sedema dijwarbûna van nîqaşan şaştêgihiştina "dijberiya Katolîsîzma" Böll bû. Lê di rastiyê de Böll bi vê romana xwe kesekî li derveyî civakê ku di din barê morala tund a civaka dewlemed de êş û azarê dikşîne, dide naskirin. Hans Schnierê ji malbateke dewlemed ji berdêla ku bibe endamekî baş û derewîn ê civakê tercîh dike bibe qeşmerek. Ev qeşmer 6 salan bê ku bizewice bi Marie re dimîne. Marie dev ji wî berdide. Sedema devjêberdana Marie ew e ku Hans napejirîne zarokên ji vê pevrebûna bê zewac weke Katolîkan mezin bike. Hansê ku pondomîmvanekî baş e, piştî ku hevala wî Marie dev jê berdide, rewşa wî xerab dibe û dibe qeşmerekî gerhok. Qeşmer Hans di jiyanê de bi ser nakeve lê ramanên wî ku di vê romanê de ne, dibine serkeftinek ji ber ku ev raman weke tawanekê li ser milên civaka dewlemend dideynin.