Rastgiriya tund

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rastgiriya tund
  • Political alignment Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Rastgiriya tund an tundrewiya rastgir behsa tevgerên tundrew ên cihêreng ên di nav rastgiriya siyasî de dike. Ev têgîn îdeolojî û çalakiyên siyasî yên nijadperest, neteweperest, faşîst, neo-nazîst, an neo-faşîst digire nav xwe.

Tundrewên rastgir li ser bingeha etnîkî ne. Ew mafê wekheviya civakî û yasayî ya hemû mirovan înkar dikin û têdikoşin. Ew têgihiştina antî-pluralîst, antî-demokratîk û otorîter a civakê temsîl dikin. Di warê siyasî de jî dixwazin netew-dewletê veguherînin “civaka netewî” ya otorîter. “Gel” û “netew” bi awayekî nijadperest an etnopluralîst têne pênasekirin.

Taybetmendiyên van têgehên curbecur sembol û nîşaneyên rastgirên tundrew, revîzyonîzma dîrokî ya li ser hin serdeman (wek faşîzma Îtalyayê û dema Sosyalîzma Netewî), antîsemîtîzm, biyanofobî û teoriyên antî-amerîkî û/an teoriyên din ên komployê.